18:36 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Heyder Ebadî

    Heyder Ebadî û Rex Tillerson hevdîtin pêk anî

    © AP Photo/ Hadi Mizban
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 930

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson bi rêya telefonê axivîn û di axaftina xwe de behsa operasyona kontrolkirin a rojavayê Mûsilê kir.

    Ofîsa Serokwezîrî ya Iraqê daxuyaniyek weşand û di daxuyaniyê got, "Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson bi rêya telefonê ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hevdîtin pêk anî û di hevdîtina xwe de behsa peywendiyên navbera her du welatan kirin û her wiha li ser operasyona kontrolkirin a rojavayê Mûsilê û rewşa deverê axivîn."

    Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Heyder Ebadî di axaftina xwe dediyar kiriye ku operasyona rojavayê Mûsilê bil ez pêş de diçe û hêzên ewlehiyê stratejiyên ji bo parastina welatiyên sivîl dimeşîne. Ebadî her wiha got, Iraq di şerê li dijî terorê de piştgiriya hêzên navdewletî ya ji bo Iraqê ji bîr nake û wê her tim li ber çavan bigire.

    Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Tillerson jî di axaftina xwe de got, "Hikûmeta Iraqê ji bo parastina yekgirtina Iraqiyan û aramiya Iraqê gelekî hewil daye."

    Bi heman mijarî:

    Mesûd Barzanî û Heyder Ebadî li Almanyayê civiyan
    Serokwezîrê Iraqê Ebadî hişyarî da Heşdî Şebî
    Ebadî hişyariya 'Şerê Navxweyî' da alîgirên Sedr
    Heyder Ebadî ji hêzên Iraqê xwest ku rêzê li mafên mirovan bigire
    Barzanî û Ebadî dê li Almanyayê bicivin
    Trump Ebadî vexwende Amerîkayê
    Ebadî: Yasaya lêborînê bûye sedema zêdebûna tawanan
    Etîketan:
    hevdîtin, bi rêya telefonê, Serokwezîrê Iraqê, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, Heyder Ebadî, Rex Tillerson, Mûsil, Amerîka, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de