20:16 17 Tebax 2017
Zindî
    Binçavkirin - Girtin

    Li Enqere, Çewlik û Xerpêtê 24 kes hatin girtin

    © Sputnik/ / Vitaliy Ankov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1311

    Hate ragihandin ku li bajarên Enqere, Çewlik û Xarpêtê, di çarçoveya operasyonên siyasî de 24 kes hatin girtin.

    Li Enqereyê paytexta Tirkiyeyê di operasyona 14ê Sibatê de 22 kes ji aliyê polêsan ve hatibûn desteserkirin. Hate diyarkirin ku 2 ji wan kesan hatine, girtin.

    Ayhan Kaplan, Abdurahman Orman, Mehemet Ergen, Mehet Turan, Bilal Tataoglû, Dilan Çetin, Gulsum Ozguç, Nur Sen Haktanir, Sipan Kahraman û Baram Ozcan ê ku ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî yên mîna "Li ser medyaya civakî propagandakirina rêxistinê û heqaret li Serokomar kirine" derxistibûn pêşberî dozgeriyê hatin berdan. Pîanîst Dengin Ceyan bi sûcê "Heqaret li Serokomar kiriye" û welatiyê bi navê Osman Aldeniz jî bi sûcê "Propagandakirina rêxistinê" ji aliyê 8. Dadgeha Ceza ya Sûlh a Enqerê ve hatin girtin û şandin Girtîgeha Sîncarê.

    ÇEWLIK

    Li bajarê Çewlikê jî di 13ê Sibatê de di serdegirtina malan de 15 kes hatibûn derteserkirin, piştî jêpirsînên wan ê li ewlekariyê sewqî dadgehê hatin kirin. Hate eşkerekirin ji 15 kesan 10 kes hatine girtin û 5 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

    XARPÊT

    Li Xerpêtê di serdegirtina malan yên li navçeyên Dep, Quwanciyan û navenda Xarpêtê de jî 9 kes hatibûn desteserkirin. Hate ragihandin ku ew 9 kes jî hatine girtin.

    Bi heman mijarî:

    Idris Baluken hat girtin
    Komeleya Karsazan ji ber navê 'Kurdistan' hat girtin
    Parlamentarê HDPê Ferhat Encu dîsa hat girtin
    Agahî nayên girtin ji gundên operasyon li wan berdewam dikin
    Kovara Girgirê bi temamî hat girtin
    Li Konyayê 6 endamên DAIŞê hatin girtin
    Li Tirkiyê 3 kes ji heqareta Serokomar Erdogan hatin girtin
    Etîketan:
    siyasî, girtin, operasyon, Çewlik, Xarpêt, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de