12:23 19 Tebax 2017
Zindî
    Gundê Xerabê Bava

    Parlementerê CHPê derbarê îdiayên îşkenceya Xarabê Bava de wêneyek parve kir

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9320

    Parlementerê CHPê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu dorpêça leşkerî ya li ser gundê Xerabê Bava anî rojeve parlementoyê.Tanrikulu li ser twittera xwe de wêneyek ku tê îdiakirin ku ayîdî gundiyek Xerabê ye parve kir û pirsa vê rewşê ji Serokwezîrê Tirkiyeyê re kir.

    Sezgin Tanrikulu li parlementoyê derbarê rewşa gundê Xerabê Bava ya ku 12 roj in di binê dorpêça leşkerî de ye axivî. Tanrikulu derbarê îdiayên îşkence û kuştinê yên ku li nava gund de diqewime hin pirs ji Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim re kir.

    ‘DERBARÊ ENDÎŞEYÊN BO ZAROK,EXTIYAR Û NEXWEŞAN DE DAXUYANÎ NEHATIYE DAYÎN'

    Tanrikulu di axaftina xwe de got: "Heta niha ji aliyê Hikumeta AKPê ve derbarê rewşa gundê Xaraba Bavê diqewime, bi taybetî bo endîşeyên derbarê rewşa zarok, extiyar û nexweşên li gund de bibin, ti daxuyanî nehatiye dayîn."

    Tanrikulu li ser malpera xwe ya twitterê de wêneyek ku tê îdiakirin ayîdî şêniyekî gundê Xeraba Bavê ye parve kir û ji Yildirim re pirsa ‘Gelo hûnê derbarê rewşa Abdi Aykut ê ku li Xaraba Bavê ya Nisêbînê piştî hate binçavkirin hate îşkencekirin de ti tiştekî bikin?'

    Bi heman mijarî:

    Ji KCKê daxuyaniya Xerabê Bava
    Leşkeran bi TOMAyê mudexale kesên li Xerabê Bava nobetê digirin, kirin
    Xerabê Bava di salên 1990an de jî hatiye şewitandin
    Serdana ÎHD û Baroya Amedê ya gundê Xerabê Bava hat astengkirin
    Etîketan:
    gelê gundiyan, dorpêça leşkerî, îşkence, sezgîn tanrikulu
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de