22:36 23 Tebax 2017
Zindî
    Xerabê Bava

    Ji KCKê daxuyaniya Xerabê Bava

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 19450

    Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan derbarê dorpêça leşkerî ya li gundê Xerabê Bava de daxuyaniyek da û got zilmek heye û divê li hember vê zilmê çi ji dest tê bê kirin. Karayilanê ku vê rewşê wekî 'destpêka şerekî mezin' binav kir got berpirsiyar AKP-MHP ye.

    Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan beşdarî bernameyek radyoyê bû û li wê derê derbarê bûyerên dawî de hin daxuyanî da.

    ‘LI GUNDÊ XERABÊ BAVA CIZÎRA DUYEM TÊ JIYÎN'

    Karayilan  derbarê dorpêça leşkerî ya li ser gundê Xerabê Bava ya bi ser navçeya Nisêbîn a Mêrdînê de axivî û amaje kir ku wan derbarê rewşa gund de hêj ti agahiyek zelal bidest nexistine û wiha pê de çû: ‘Li gund zilmeke mezin heye. Ev 11 roj in li gundê Xerabê dor li gelê me hatiye girtin. Nayê zanîn bê heta niha çend kes hatine kuştin, çend kes hatine girtin. Gund bi temamî dîl hatiye girtin. Mirov li nava malên xwe hatine hepskirin. Nahêlin gundî êm bidin heywanên xwe jî. Ew heywan ji nêza dimirin. Xeterî li ser jiyana van mirovan heye. Ya ku tê zanîn ew e; li meydana gund îşkence li mirovan kirine û hin şehadet hene. Yanî li wê derê, di vê sedsalê de hovîtiyeke gelekî mezin heye. Rewşa li wir mîna Cizîra duyemîn e.'

    ‘ZILMEK MEZIN HEYE Û BERPIRSIYAR AKP-MHP YE'

    Karayilan di dewama axaftina xwe de behsa astengkirina parlementerên HDPyî yên ku dixwastin biçin gund lê ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin kir û diyar kir ku ev zilmeke eşkere ye û li gel AKP-MHPê hemû kesên ku bûyerê temaşe dikin berpirsiyarê vê bûyerê ne.

    'EV YEK DESTPÊKA ŞEREKÎ MEZIN E'

    Karayilan  rewşa li gund diqewime wekî destpêka şerekî mezin şirove kir û got şerê ku wê li vê herêmê di navbera PKK û leşkerên tirk de biqewime wê bibe şerekî girîng û stratejik.

    'TÊKOŞÎNA ZIMANÊ DAYIKÊ TÊKOŞÎNA HEBÛN Û AZADIYÊ YE'

    Karayilan 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê jî pîroz kir û got: ‘Têkoşîna me di heman demê de têkoşîna azadî, hebûn, çand û zimanê neteweyekê ye. Divê ziman û çand ti carî neyên qedexekirin."

    Bi heman mijarî:

    Leşkeran şandeya ku xwest biçe Xerabê Bava, asteng kirin
    Cenazeyê 3 kesên li gundê Xerabê Bava hatin kuştin rakirin Mêrdînê
    Li gundê Xerabê Bava çi diqewime?
    Şêniyê gundê Xerabê Bava: Em nikarin derkevin derve, em nikarin biaxivin
    'Li gundê Xerabê Bava 3 gundî hatine kuştin 2 kes wenda ne'
    Etîketan:
    gundê xerabê bava, pkk, şer, Murat Karayilan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de