01:26 20 Tebax 2017
Zindî
    Artêşa Sûriyeyê

    Artêşa Sûriyeyê şûnwarên li Lazqiyê diparêze

    © Sputnik/ Valery Melnikov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 920

    Eniya ku li herêmên çiyayî yên Lazqiyeyê, ji ber dijwariyên bejahiyê û bisînorbûna dîtinê yek ji eniyên herî dijwar ên şer tê qebûlkirin. Ji ber ku terorîst her tim dixwazin li ser sînorê Idlib û Hamayê xeta parastinê ava bikin, kar leşkerên Sûriyeyê dijwartir dibe.

    Çavkaniyekî payebilind ê ji Artêşa Sûriyeyê ji bo Sputnikê axivî û got di van demen dawiyê de terorîstan êrîşên xwe yên li rojhilatê bakur ê Lazqiyeyê zêde kirine.

    Mîralayê di Artêşa Sûriyeyê de peywirdar ragihand ku leşkerên Sûriyeyê gelek êrîşên milîtanên El Nusrayê têk birine.

    Mîralayê Sûriyeyî diyar kir ku leşkerên Artêşa Sûriyeyê di dema şer û pevçûnan de xeta eniyê û hêzên piştgiriyê yên aliyê Idlibê dane ber topan û her wiha li hinek deran pevçûnên rûbirû qewimîne û di encamê de gelek terorîst hatin bêbandorkirin.

    Mîralay di dewama axaftina xwe de derbirî ku agirbesta ku li hinek herêmên Sûriyeyê bi awayekî serkeftî tê parastin, her tim ji aliyê terorîstan ve tê binpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyeyê kontrola xeçerêyekê nêzî Palmîrayê bi dest xist
    Artêşa Sûriyeyê NHB yek DAIŞê li Dêra Zorê xist
    Artêşa Sûriyeyê qada xazê ya li nêzî Palmîrayê kontrol kir
    Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsyayê li Palmîrayê bi pêş ve diçe
    Rûsya: Artêşa Sûriyeyê ber bi sînorê ku bi Tirkiyeyê re li ser hatiye lihevkirin ve diçe
    Artêşa Sûriyeyê kete El Babê
    Etîketan:
    parastin, Artêşa Sûriyeyê, El Nusra, Lazqiyê, Idlib, Hama, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de