11:05 17 Tebax 2017
Zindî
    Dîwar - Rojava - sînor

    'Beriya pirsgirêka kurd li Sûriyê, divê Tirkiye pirsgirêka kurdî li Tirkiyê çareser bike'

    © REUTERS/ Umit Bektaş
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12331

    Piştî Serpereştê Ajansa Qelewizî û fermanderê serleşkerê Amerîkayê, Senatorê Komarxwaz John Mccain jî serdana Turkiyê kir. Yek ji mijarên giring ku di van serdanan de hat giftûgokirin-pirsa sazkirna li Sûriyê 'herêmên ewlekariyê' bû. Wek tê xuyakirin, Amerîka di vê pirsê de hîn planekî konkret amade nekirne.

    Diyare ku 'xakên ewlekariyê' yan jî 'herêmên nefirînê' divê di hevkariya bi desthilata Sûriyê re û li gorî biryara Encûmana Asayişa Netewên Yekgirtî bên sazkirin. Lê di dema niha de jiber rewşa li Sûriyê ew ne wiqas wek berê aktuel in.

    Cîgirê yekem yê Wezîrê Karê Derve yê Turkiyê, endamê berê yê parlamentoyê Turkiyê, cîgirê berê yê Serokê Partiya Komara Gel jibo pirsên nêvdewletî, balyozê berê yê Turkiyê li Amerîkayê Farûq Logoglû derbarê vê mijarê diaxive:

    'ENQERE PYD WEKE BEŞEK JI PKKÊ DIBÎNE'

    Taybetmendiya sereke ya siyaseta Tirkiyê derbarê kurdên Sûriyê ew e ku Enqere Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) wek beşek ji PKK vedinêr e. PKK jî li gorî nerîna Tirkiyê —rêxistinek têrorîstî ye. Di heman demê de, li herêmê kurd hene û divê hesabê vê yekê bê kirin.

    Jibo ku Tirkiyê karibe bi şêwekî rast pirsgirêka kurdên Sûriyê çareserbike, ew divê serete pirsgirêka kurdî li welêt çareserbike. Tenê piştî çareserkirna pirsgirêka kurdî li Tirkiyê, Enqere dikare piştgirtiya siyaseta xwe di ware kurdên Sûriyê de ji aliyê lîstikvanên navxweyî yên Sûriyê wergire. Ne Tirkiyê, lê gelê Sûriyê divê çareserbike ka pêwîste Partiya Yekitiya Demokrat di giftûgo û gengeşên derbarê destûra nuh ya Sûriyê de beşdar bibe an na.

    'NE DIYAR E KU AMERÎKA WÊ KÊ LI VÊ HERÊMÊ BIPARÊZE'

    Sebaret bi pirsa derbarê sazkirna li Sûriyê 'herêmên ewlekariyê' jî, serete pêwîste bê nîşankirin ku heta niha ne diyare ka mebesta wan ji van 'herêman' çiye. Ji bilî wê, ne diyare ka Amerîka wê kê li vê herêmê biparêze û gelo ew firîna firokên cengawerî jî qedexe dikin an na. Gelo wê 'herêmên ewlekariyê' li ser bingeha biryara Encûmana Asayişa NY bên sazkirin an na.

    Serokê Emerîkayê Donald Trump ji Wezîrê Karê Derve û yê Berevaniyê xwest jibo planeke derbarê vê pirsê de amade bikin. Wek tê xuyakirin ev plan niha tê amade kirin. Di baweriya min de, di dema niha jiber rewşa li Sûriyê 'herêmên ewlekariyê' êdî ne wiqas aktuel in wek berê. Ew kesên ku dixwestin ji Sûriyê derkevin êdî ji zûde derketine. di nerîna min de îro pengavên konkret ên jibo parastina nîşteciyên welêt di dema opêrasyona jibo rizgarkirna Raqqayê aktuel in.

    'MEBESTA AMERÎKAYÊ BI TRUMP VE GIRÊDAYÎ YE'

    Mebesta Amerîkayê ya derbarê pirsa girêdayî bi sazkirna li Sûriyê 'herêmên ewlekariyê' bi pêşniyariyên Donald Trump ve girêdayî ye. Balkêşe, pirsa derbarê sazkirna li Sûriyê 'xakên ewlekariyê' Trump êdî bi Erebistana Siudiyê û Urdinê re giftûgokiri ye. Lê bi Tirkiyê re ev pirs ne hatiye giftûgokirin. Bi her hal, 'xakên ewlekariyê' yan 'herêmên ne firînê' divê bi hevkariya bi hikumeta Sûriyê re û bi biryra a Encûmana Asayişa NYî bê sazkirin."

    Bi heman mijarî:

    "Tirkiye herêma tampon ji bo kurdên Tirkiyeyê û yên Sûriyeyê negihêjin hev dixwaze"
    Akademisyana rûsî: Bêyî destûra Şamê ti kes nikare li bakûrê Sûriyê herêma tampon ava bike
    Meclisa Leşkerî ya Cerablûsê: DYA herêmeke tampon ava kir
    Li sînorê Rojava herêmek tampon tê avakirin
    ‘Tirkiye wê navbera Kobanê û Efrînê bigire û herêmeke tampon ava bike'
    Lavrov: ‘Planên B, herêmên tampon û operasyonên bejayî ji bîr bikin'
    Etîketan:
    Herêma tampon, herêma ewle, CHP, NY, PKK, PYD, Donald Trump, Faruk Logoglu, Rûsya, DYA, Tirkiye, Enqere, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de