06:41 19 Tebax 2017
Zindî
    Kesên ku ji ber şerê li Sûrê mexdûr bûne, koç dikin.

    Rêxistina Efûyê: Nîv milyon mirov ji bajarên kurdan koç kir

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2155

    Rêxistina Efûyê rapora xwe ya salane ya derbarê tehdeyiyên li ser mirovan de weşand. Rêxistinê di rapora xwe de cih dide binpêkirinên mafên mirovan yên li 159 welatên cida cida yên di nav sala 2016an de. Ji bo bajarên kurdan jî dibêje:"Nîv milyon mirov ji cih û warên xwe koç kir."

    Raporê de rêxistin balê dikişîne ser şertên şidet, şer, tundûdijîyên li cîhanê, krîzên siyasî û aborî yên ku karîgerî li ser însanên li rûyê erdê de. Her wiha peyvên wek; "Em-Ew" ku cidahiyê dixe navbera mirovan de di vê raporê de derketiye pêş de.Dairektorên rêxistinê ku daxuyaniyê weşandin dan zanîn, di sala 2016an de, ji ber îstismara mafên mirovan bi milyonan însan di nav sefalet û tirsê de ne. Di raporê de her wiha jib o Tirkiye û Emerîkayê jî rexneyên li ser zimanên tund û cudakariyê tê berbiçavkirin.

    LI BAJARÊN KURDAN NÎV MILYON ÎNSAN JI CIH Û WARÊN XWE DÛR KETİN

    Lêkolînerê Tirkiyeyê yê Sekreterê Navnetewî ya rêxistinê Andrew Gardner da zanîn herî zêde li bajarên kurdan binpêkirinên mafên mirovan pêk hatine û got: "Ji ber rewşa awarte, ji ber qedexeyên derketina derve bi milyonan însan ji cih û warên xwe bûn. Rastî şidetê hatin." Her rêxistinê da zanîn li bajarên wek Stenbol û Enqereyê jî şidet bi heman awayî bi ser mixalifan de berdewam kiriye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rêxistina Efûyê: 'Bila mafê vegerê bidin şêniyên Sûrê'
    Rêxistina Efûyê ji bo Zeyneb Celaliyan dest bi kampanyaya îmzeyan kir
    Rêxistina Efûyê derbarê Tirkiyê de ‘banga lezgîn' kir: Rojnamegeran serbest berdin
    Rêxistina Efûyê: Polîsên îtalî îşkenceyê li penaberan dike
    Rêxistina Efûyê: Hevpeymana bi serkirdayetiya DYA, li Sûriyeyê zêdetirî 300 sivîl kuştin
    Rêxistina Efûyê: Jina Êzidî ya bi tohmeta alîkariya DAIŞê ve hatiye girtin serbest berdin
    Rêxistina Efûyê: Kesên ku hatine desteserkirin rastî destdirêjiyê û gefxwarinê tên
    Etîketan:
    Rêxistina Efûyê, Andrew Gardner, Bajarên Kurdan, Enqere, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de