12:47 20 Tebax 2017
Zindî
    Hesen Rûhanî

    Hesen Ruhanî: Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin Sûriyeyê

    © AP Photo/ Ebrahim Noroozi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1111

    Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî diyar kir ku piraniya fişarên li ser Sûriyeyê ew e ku ji ber ew welat di pêşengtiya eniya berxwedanê de cih digire û got piştgiriya Îranê ya ji bo gelê Sûriyeyê wê heta dawiyê berdewam bike.

    Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li paytexta Îranê, li Tehranê bi Seroka Parlamentoya Sûriyeyê Hediye Abbas re civiya.

    Rûhanî di civînê de anî ziman ku di mehên dawiyê de li Sûriyeyê pêşketinên erênî diqewimin û got, "Di mehên dawiyê de li Sûriyeyê pêşketinên erênî diqewimin û piştî van jî li tevahiya cîhanê di derbarê Sûriyeyê guhertina nêrînan tê dîtin. Dewletên cîhanê difikirin ku divê rastiya Sûriyeyê were qebûlkirin."

    Hesen Rûhanî da zanîn ku Îran ji bo piştgiriya têkoşîna li dijî terorîzmê û hevdîtinên Sûriyeyê ew ê her tim ligel Sûriyeyê be û got gelê Sûriyeyê di bin şert û mercên dijwar de ye. Rûhanî her wiha derbirî ku aşitî û îstiqrara li Sûriyeyê ji bo tevahiyê herêmê pêwîst e.

    Di hevdîtinên Seroka Parlamentoya Sûriyeyê Hediye Abbas jî behsa koordinasyona Îran û Sûriyeyê kir û got di encama vê koordinasyonê de Sûriye di warê leşkerî û siyasî de bi awayekî erênî pêş ketiye. Abbas her wiha anî ziman ku Sûriye girîngiyeke taybet dide peywendiyên ligel Îranê.

    Bi heman mijarî:

    Rûhanî cara pêşîn e diçe welatên Kendavê
    Rûhanî: Em dixwazin bi welatên cîran ên xwe re peywendiyên baş deynin
    Rûhanî: Em ê li dijî polîtîkayên bangewaziya şer derkevin
    Rûhanî bersiva Trump da: "Peymana nûkleerî qezenca me hemûyan e"
    Rûhanî: Rêveberiya Trump di mijara siyasetê de xam e
    Rûhanî ji bo Trump got: Niha ne dema dîwaran e
    Rûhanî: Herî kêm ji 10 welatan pêşniyar hat
    Etîketan:
    berdewam, piştgirî, Seroka Parlamentoya Sûriyeyê, Serokomarê Îranê, Hediye Abbas, Hesen Rûhanî, Sûriye, Tehran, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de