02:13 21 Tebax 2017
Zindî
    Leşkerê Amerîkayê

    Tirkiye: Alîkariya Amerîka ku dide YPGê nayê qebûlkirin

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10624

    Berdevkê Serokomarê Tirkiyeyê Ibrahim Kalin bersiva gotinên Şêwirmendê Serokê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xumeynî, Elî Ekber Velayetî da û got: "Îran li şûna rexnekirinan, divê Tirkiye pîroz bike."

    Velayetî, gotibû ku "Kesên bê vexwendin û bê destûr ketine Iraqê û Sûriyeyê divê ji wan deran derkevin. An dê bixwe derkevin an jî gelê sûrî û îraqî dê wan derxin."

    Berdevkê Serokomarê Tirkiyeyê Ibrahim Kalin destnîşan kir ku her tim diyaloga wan bi Îranê re hebûye. Ev yek nayê wateya hewldanên ku dixwazin bandora xwe li wan deran zêde bikin, em nebinin. Em Rejimê nasnakin. Divê mirov li vê yekê binêre ku çend welêt vê rejimê nasnake. Divê Îran jî biryara xwe bide ku hevkariyek, bi rejimek ku 600 hezar kesan kuştine re bide. Em ne aliyê ku şer dixwazin in. Lê pozîsyona li Iraqê û Sûriyeyê ya Tirkiyeyê li holê ye. Divê hewldana Tirkiyeyê li dijî DAIŞê bê pîrozkirin. Em ji bo peşeroja li herêmê bo ewlehiya netewa xwe têkoşînê didin.

    ‘DERBARÊ OPERASYONA REQQAYÊ DE ME PÊŞNIYAR LI AMERÎKAYÊ KIR'

    Kalin eşkere kir ku sedema hevdîtinên ku ev du hefteye bi Amerîkayê re nexşereya nû yê di mijara têkoşîna li dijî DAIŞê ya Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump e. Hin alternatîfên me di mijara operasyona Reqqayê de ku me pêşniyar kir hebûn. Dê xebatên me yên divê mijarê de jî dewam bikin

    ERDOGAN Û TRUMP DÊ HEVDÎTIN PÊK BÎNÎN

    Kalin da zanîn ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dê beşdarî civîna NATOyê ku di meha Gulanê de pêk were, bibe û li wir jî dê sedî sed bi Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump re hevdîtin pêk bîne.

    ‘ALÎKARIYA KU AMERÎKA DIDA YPGê NAYÊ QEBULKIRIN'

    Berdevkê tirk diyar kir ku Rêveberiya Obama bi hinceta ku li dijî DAIŞê şer dikin piştgiriyên didan YPGê nayên qebûlkirin. Eger îro YPGê serwerî li qadê bidest xistiye ev bi saya piştgiriyên Amerîkayê pêk hatiye. Eger piştgiriya Amerîkayê îro bi dawî bibe ev yek jî ji holê radibe. Gotina ji bilî YPGê alternatif tine ne, gotinek ne rast e.

    KALIN DERBARÊ MOŞEKÊN S-400î DE AXIVÎ: REWŞEK BO ALTERNATÎFA NATOyê TINE NE

    Kalin, derbarê hevdîtinên S-400î ku bi Rûsyayê re tên kirin de jî axivî û got: ‘Mijara S-400î em dişopînin. Wezareta Parastin a Tirkiyeyê derbarê vê mijarê de hevdîtinan dike. Ez nizanim gelo digihîje hevdîna me ya bi Rûsyayê re ez nizanim. Li vir 3 krîter hene. Bihayê moşekan, dîroka teslîmate û hilberîna hevpar. Eger pêşniyarek baştir ji welatên din bihata em dê bi wî re eleqeder bibana. Rewşek alternatîfa NATOyê tine ne.

    Bi heman mijarî:

    YPGê derbarê êriş û binpêkirinên Artêşa Tirkiyeyê de daxuyanî da
    Rûsya: Em PKK û YPGê wek terorîst nabînin
    Ilham Ehmed: Artêşa Tirkiyeyê li Efrînê êrîşî YPGê dike
    Ibrahim Kalin: Yekîneyên me ketin nava bajarê El Babê
    Kalin: Tirkiye, Rûsya û Îran dibin garantorên Sûriyê
    Ji Kalin daxuyaniya Helebê: "Em bi Rûsyayê re hevdîtinan pêk tînin"
    Etîketan:
    alîkarî, daxuyanî, YPG, Serokomariya Tirkiyeyê, Ali Ekber Velayeti, Ayetullah Xumeynî, Ibrahim Kalin, Donald Trump, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de