06:40 19 Tebax 2017
Zindî
    TBMM

    Imtihana giran a Meclîsa Tirk ji bo roja zimanê dayikê

    © Sputnik/ Yurdagül Şimşek
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3311

    Her sal di roja zimanê dayikê bûyerên nedîtî di meclîsa tirk de diqewime ku meclis vê kevneşopiya xwe qet naterikîne. Zimanên ji bilî tirkî ku di meclîsê de tên axiftin di zabitnameyan de "zimanê X" tên nivîsandin.

    Îsal jî zimanên laziqî û kurdî di zabitnameyên meclîsê de wek "zimanê X" hat nivîsandin. Hin parlementerên ku bi eslê xwe ne tirk in, wek her sal îsal jî xwestin ku di meclîsê de balê bikişînin ser heqê bikaranîna zimanê dayikê.

    ZIMANÊN DAYIKÊ DI ZABITNAMEYAN DE "ZIMANÊ X" TÊ NIVÎSANDIN

    Lê di meclîsê de îsal jî wan zimanên ku ji aliyê bi milyonan kesan ve tên bikaranîn, wek zimanek ku tune be hat nîşandayîn. Meclîs ji bo van rewşan di zabitnameyan de "zimanê X" dinivisîne. Di meclîsê de parlementer Mehmet Bekaroglu bi zimanê laziqî, Prof. Dr Kadrî Yildirim jî bi zimanê kurdî peyivî. Axaftina herdûyan jî di zabitnameyê de wek zimanê "X" hat nivîsandin. Li gorî texmînan li Tirkiyeyê derdora 500-600 hezaran de kesên ku bi lazeqî dipeyivin hene. Parlementer Mehmet Bekaroglu jî yek ji wan e.

    Hejmara kurdên ku bi zimanê kurdî dipeyivin li Tirkiyeyê bi awayekî fermî nehatiye aşkerekirin lê li gorî texmînan derdora 20 milyon û 30 milyonan de ne. Kadrî Yildirim jî kurdek ji van e û dixwaze balê bikişîne ser vê mijarê.

    Bi heman mijarî:

    Mamosteyên zimanê kurdî di Roja Zimanê Dayikê de ji kar hatin derxistin
    KNKê ji bo Roja Zimanê Dayikê daxuyaniyek weşand
    Îro roja zimanê diyakê ye
    UNESCO ji bo roja zimanê dayikê tagek vekir
    Dengê mûzîka ermenîyên Anatoliyayê Ûdî Yervant: Ji efsûn û zimanê stranan netirsin
    Salvegera serbestiya zimanê kurdî û qedexeyên nû
    Etîketan:
    Meclîsa Tirk, Kadri Yildirim, Mehmet Bekaroglu
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de