05:18 20 Tebax 2017
Zindî
    HSD

    Li Reqqayê 2 bask gihiştin hev, şervanan gelek gund xistin çemberê

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5440

    Şervanên Xezeba Firatê îro 4 gund rizgarkirin û du baskên Pêngava Sêyemîn a Hemeleya Rizgarkirina Firatê gihandin hev. Bi vê yekê niha dehan gund û gundik ketin çembera şervanan.

    Pêngava 3emîn ya Xezeba Firatê di roja 17emîn de bi pêşketinên mezin berdewam dike. Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê îro dane sibehê 2 gundên bi navê Qiwîtar û Bîr Edman li bajarê Reqqayê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê rizgar kirin.

    Herwiha şervanan dane piştî nîvro 2 gundên li baskê duyemîn (baskê Bîr Heba) yên bi navê Hemîdî û Qarih ên Reqqayê ji terorîstên DAIŞê rizgar kirin.

    Bi rizgarkirina her çar gundan baskê sêyemîn ku ji Mekmen destpêkiribû gihştin hev. Di encamê de herdu baskên li ser rêya Mekmen û Reqqayê gihiştin hev. Bi vê yekê bi dehan gund û gundik ketin çembera şervanan. Şervanên ku  gelek gund kirine bin çembera xwe niha li pey rizgarkirina wan in.

    Şervanên baskê duyemîn ku ji Bîr Heba ve destpê kiriye heta niha 39 kîlometreyan pêş ve çûye û şevanên baskê sêyemîn ku ji Mekmen ve destpê kirine heta niha 30 kîlometeryan pêş ve çûne.

    Bi heman mijarî:

    Di Pêngava Xezeba Firatê de baskê sêyemîn jî dest bi operasyonan kir
    Xezeba Firatê ji bo Qonaxa Sêyem a kontrolkirina Reqqayê daxuyaniyek da
    Şervanên Xezeba Firatê tenê 11 kilometre dûrî Reqayê ne
    Operasyona Xezeba Firatê dewam dike: Gundek û 3 mezra hatin kontrolkirin
    Odeya Xezeba Firatê: "25 terorîstên DAIŞî hatin kuştin"
    Etîketan:
    xezeba firatê, şerê li dijî daişê, hsd, reqqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de