18:41 17 Tebax 2017
Zindî
    Altan Tan

    Ji bo Altan Tan 38 sal ceza tê xwestin

    © Sputnik/ Cesim Ilhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1812

    Îdîanameya ku ji 304 rûpelan pêk dihat û ji terefê Serdozgeriya Komarî Amedê ve ji bo Altan Tan hatibû amadekirin ji aliyê Dadgeha Cezaya Giran a 5emîn ve hat qebûlkirin.

    Li gorî îdîanameyê, di çarçoveya madeya 83yemîn a Destûra Bingehîn de ji bo rabûna parêzbendiya Altan Tan 6 fezleke şandin Midûriyeta Karên Ceza yên Wezareta Dadê ku ji wir jî herin parlamentoyê.

    Di îdîanameyê de Parlamenterê HDPê yê Amedê Altan bi ‘piştgirîdana Kongreya Civakî ya Demokratîk (KCD)', ‘Lî gorî îdeolojiya avakarê PKKê tevdigere' û Xwedîtiyê li çalakiyên PKKê yên çekdarî dike' van tohmetan hat sûcdarkirin.

    Dozgeriyê ji ber îdîayên ‘rêvebirin û avakirina rêxistina çekdarî', ‘di bûyerên 6-8 Cotmehê de tehrîkkirina sûc', ‘ muxalefeta qanûna 2911an', ‘propagandeya rêxistinê' û ji ‘astengkirina wezîfedaran' ji 17 sal û 6 mehan hetanî 38 sal û 6 mehan ceza ji Altan Tan re xwest.

    Bi heman mijarî:

    Altan Tan: "Binçavkirin ji bo erêkirina dengdêrên MHPê tê kirin"
    Altan Tan serbest hat berdan
    Dadgehê ji bo Altan Tan got: Ger tu neyî em ê te bi darê zorê bînin
    Altan Tan: Siyaseta Tirkiyeyê jî siyaseta Kurd jî şaş bû
    Altan Tan bersiv da Demîrtaş: Wa ye wî riya xwe diyar kiriye
    Etîketan:
    Serdozgeriya Komarî ya Amedê, Parlamenterê HDPê yê Amedê, Altan Tan, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de