02:14 18 Tebax 2017
Zindî
    PYD

    PYD ji bo hevdîtinên Ceneve-4ê nehat vexwendin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8220

    Ji Hevdîtinên Ceneve-4ê yên ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê re rojek ma lê hat hînbûn ku PYD ji bo wan hevdîtinan nehatiye vexwendin. Şêwirmendê Hevserokên PYDê û Endamê Meclîsa PYDê Sîhanok Dibo ji bo Sputnikê got Tirkiye ji bo ku PYD beşdarî hevdîtinên Ceneveyê nebe, astengî derxistine.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin Partiya Yekîtî ya Demokratîk (PYD) gelekî xwest beşdarî hevdîtinên Ceneve-4ê bibe lê ji ber dîplomasiya astengiyê ya Tirkiyeyê nikare beşdar bibe.

    RÛSYAYÊ REXNE LI NY GIRTİ PYDê BERTEK NÎŞAN DA

    Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Hevrikiya Sûriyê (SMDK) Abdulhekim Beşar ji bo Sputnikê got PYD wê di hevdîtinên Ceneveyê de cih negire.

    Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Gennadi Gatilov ji ber ku Neteweyên Yekbûyî (NY) mixalîfên Sûriyeyê û PYD venexwend hevdîtinên Ceneveyê rexne li NY girt. Di derbarê mijarê de PYDê jî bertek nîşan da.

    ‘TIRKIYE ASTENGÎ DERXISTIN'

    Şêwirmendê Hevserokên PYDê û Endamê Meclîsa PYDê Sîhanok Dibo ji bo Sputnikê axivî û diyar kir ku Tirkiye naxwaze PYD beşdarî Ceneveyê bibe û ji bo vê yekê jî astengî derxistine. Dibo ev titş gotin: "Tirkiye ji bo ku nûnerên Kurdan beşdarî hevdîtinên Ceneve-4ê nebin, astengiyan derdixîne. Îcar rewşeke wisa jî derdikeve holê. Neteweyên Yekbûyî (NY) ji dil û awayekî cidî nêzîkî pirsa Sûriyeyê nabe. Ev pirsdirêk wisa nayê çareserkirin û ger wisa be, wê hîn dirêj bajo."

    ‘PEYWENDIYÊN ME Û RÛSYAYÊ DÎROKÎ NE'

    Dibo ragihand ku peywendiyên Rûsya û Amerîkayê baş in û wiha berdewam kir: "Peywendiyên me û Rûsyayê dîrokî ne. Em weke PYDê dixwazin peywendî û xebatên me yên dîplomasiyê bi Rûsyayê re baş bin. Em dibînin ku di mijara Sûriyeyê de hewildan û nêrînên Amerîka û Rûsyayê encama ku em dixwazin, nade û em dibînin ku ev helwest û hewildan zêde ne ji dil in û bêencam in."

    NAVÊN BASKÊ SIYASÎ Û LEŞKERÎ YÊN BEŞDARÎ CENEVEYÊ DIBIN

    Endamê Komîteya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Hevrikiya Sûriyê (SMDK) Nasir el-Herîrî serokatiya şanda, ku ji 21 kesan pêk tê, wê biçe Ceneveyê dike. Sermizakerevanê şandê jî Mihemmed Sabra ye.

    Li gorî çavkaniyên SMDKê baskê mixalefeta siyasî ya şanda ku wê biçe Ceneveyê ji van navan pêk tê:

    Nasir el-Herîrî (Serokê Şandê), Mihemmed Sabra (Sermizakerevan), Elis Muferrij (Cîgirê Serokê Şandê), Fuat Aliko, Mihemmed el- Şemalî, Abdulmecid Hamo, Neşet Taime, Abdulehad Satifo, Halit Muhamit, Basma Kasmani, Alaa Arafat.

    Di baskê leşkerî yê şandê de ev nav hene:

    Fatih Hassun (Tevgera Hûmis et-Tahrir), Beşşar el-Zubi (Eniya Başûr), Rakan Dokan (Eniya Başûr), Mutasim Şamir (Feylak-ul Rahman), Ahmed Osman (Lîwaya Siltan Mûrad), Ziyad el-Herîrî (Eniya Başûr), Halit Aba (Eniya Şamê), Memun Hac Musa (Sukuru'ş Şam), Heysem Rahme (Artêşa Qol a Şamê), Xalit Nabulsi (Eniya Başûr).

    Di hevdîtinên Ceneveyê de mijarên wekî guhertinên siyasî, reşnivîsa destûra bingehîn û qanûna hilbijartinê wê werin axaftin.

    HEVDÎTINÊN CENEVEYÊ

    Ji bo bidawîkirina şerê li Sûriyeyê û çareseriya pirsgirêkê ji sala 2012an û vir ve li bajarê Ceneve yê Swîsreyê 3 civînên navdewletî hatin lidarxistin lê di her 3yan de jî encam nehat girtin.

    Dewleta Sûriyeyê, Artêşa Sûriye ya Demokratîk (ASA) û Mixalefeta Sûriyeyê, Amerîka û welatên Ewropayê, Rûsya, Tirkiye û welatên Kendavê beşdarî wan civînên Ceneveyê bûn.

    Hevdîtinên Ceneve-1ê di Hezîrana 2012an de hatin lidarxistin. Hevdîtinên Ceneve-2yê jî di Rêbendana 2014an de hat lidarxistin lê ji vê hevdîtinê jî encam nehat girtin. Hevdîtinên Ceneve-3yê jî di Sibata 2016an de hat lidarxistin. Cara pêşîn Îran jî ji bo van hevdîtinan hatibû vexwendin lê PYD nehatibû vexwendin.

    Biryara hevdîtinên Ceneve-4ê jî di encama hevdîtinên ku di 23-24ê Rêbendana 2017an de li paytexta Kazakistanê, li Astanayê hatibû lidarxistin de hatibû girtin. Tê payîn ku hevdîtinên Ceneve-4ê yên ku wê di 23yê Sibata 2017an de werin lidarxistin, hîn bi encam bin. Agirbesta li piraniya Sûriyeyê û dildaxwaziya aliyên siyasî ya ji bo çareseriyê ji bo vê yekê weke sedem tê nişandan.

    Bi heman mijarî:

    Alîkarê Serokê Dijberên Sûriyeyê Beşar: Em ê li Cenevreyê li ser pêvajoya siyasî biaxivin
    Nûnerê PYDê li Moskowê: Rûsya dixwaze kurd beşdarî Cenevreyê bibin
    De Mistura dest bi şandina vexwennameyên Cenevreyê kir
    Zaxarova: Em hêvî dikin aliyên herêmî û navneteweyî alîkariya sûriyan bo Cenevreyê bikin
    Rûsya: Hevdîtinên Astanayê bo Cenevreyê şertên erenî derxist holê
    Muxalîfên ku Kahire piştgiriya wan dike piştî Astana û Cenevreyê li Misrê dicivin
    Etîketan:
    hevdîtinên Ceneve-4ê, Şêwirmendê Hevserokên PYDê û Endamê Meclîsa PYDê, Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Nasir el-Herîrî, Siyanek Dibo, Gennadi Gatilov, Swîsre, Ceneve, Sûriye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de