02:30 17 Tebax 2017
Zindî
    S-400

    Parlamenterê AKPeyî: "Hinek dewletên NATO jî ji sîstemên Rûsyayê îstîfade dikin"

    © Sputnik/ Sergei Malgavko
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 831

    Parlamenterê AKPê yê Stenbolê Berat Çonkar ragihand ku mafê Tirkiyeyê heye ku li hemberî metirsiyan bibe xwediyê pergala parastina moşekên hewayî.

    Parlamenterê AKPê yê Stenbolê Berat Çonkar di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de firotina pergala parastina moşekên S-400 ên rûsî bo Tirkiyeyê nirxan û got: "Mafê Tirkiyeyê jî hey eli hemberî metirsiyan bibe xwediyê pergala parastina moşekên hewayî. Lewma hinek dewletên endamê NATOyê jî ji sîstema parastin a Rûsyayê îstîfade dikin. Tiştê pêwist ev e ku ev pergal bi şertên herî baş werin standin û ji bo vê Rûsya jî di nav de em bi hemû hevalbendên xwe re bixebitin."

    ‘RÛSYA JÎ DI NAV DE EM Ê BI HEVALBENDÊN XWE RE BIXEBITIN'

    Berat Çonkar di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di hevdîtina Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de jî ev mijara ‘di qada pîşesaziya parastinî de hevkarî' hate rojevê. Em hemû dizanin ku ev hevkariya pîşesaziya parastinî di asta jor de hatiye nirxandin. Niha ya girîng ev e Tirkiye bi şert û mercên baş bikaribe vê pergalê bistîne. Ji bo vê Rûsya jî di nav de em ê bi hemû hevalbendên xwe re bixebitin."

    EM DIXWAZIN TÊKILIYÊN XWE BI PÊŞ BIXIN

    Çonkar di dirêjiya axaftina xwe de got: "Îradeya Tirkiyeyê heye ku di her qadê de têkiliyên xwe bi Rûsyayê re bi pêş bixe. Di vê mijarê de em li benda Rûsya û hinek hemleyan in. Di havkariya bazirganî, mijara vîze û hin tiştên din de em li benda Rûsya û gav avêtinê ne."

    Bi heman mijarî:

    Çonkar: "Hedefa me bi Rûsyayê re peşxistina projeyên şênber e"
    Rostech: Rûsya û Tirkiye ji bo pergala moşekên S-400î hevdîtinan dikin
    Sputnikê belge ya ku Rûsya, Tirkiye û Îranê li Astana-2yê qebûl kir, bi dest xist
    Rûsya Tirkiye û Îranê bo şopandina agirbesta li Sûriyeyê biryara avakirina hêza sêalî dan
    NY derbarê agirbestê de peyamek da Rûsya, Tirkiye û Îranê
    Etîketan:
    Pergala parastina moşekên S-400î, NATO, Parlamenterê AKPê yê Stenbolê, Vladimîr Pûtîn, Recep Tayyip Erdogan, Berat Çonkar, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de