21:31 19 Tebax 2017
Zindî
    Behram Qasimî

    Îran: Em amade ne hevkariya xwe ya bi welatên Kendava Besrayê re xurt bikin

    © REUTERS/ ATTA KENARE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1034

    Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî li ser serdana Serokomarê Îranê Hesenî Rûhanî ya ji bo Ûmman û Kuweytê diyar kir ku ew serdan nîşaneya nêta baş a Tehranê bû û got Îran amade ye hevkariya xwe ya bi welatên Kendava Besrayê re xurt bike.

    Li gorî agahiyên ajansa IRNAyê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî li ser serdana Serokomarê Îranê Hesenî Rûhanî ya ji bo Ûmman û Kuweytê got, "Ev serdan nîşan dide ku welatên li herêmê jî dixwazin bi Îranê re peywendiyên baş û bi hevseng deynin, Îran jî dixwaze peywendiyên xwe yên ligel cîranên xwe yên başûr baş bike."

    Qasimî dest nîşan kir ku her çi qas serdan tenê ji bo Ûmman û Kuweytê hatibe kirin jî, Îran amade ye peywendiyên xwe yên ligel welatên Kendava Besra yên din jî bi pêş bixe.

    Qasimî anî ziman ku divê welatên misliman bi rihetî dikaribin bi hev bişêwirin û li ser gotinên Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî yên li dijî Îranê jî got, "Em her tim hewil didin ku bi cîranên xwe re peywendiyên bi mentiq û baş deynin. Lê şertê vê jî ew e ku divê ew welat jî dilxwaz û cidî bin."

    Behram Qasimî her wiha îdia kir ku ev 250 sal in Îranê êrîşê tu welatan nekiriye û got, "Îro peywendiyên me yên herî baş bi Iraqê re ne û em îro jî piştgiriya gel û dewleta Sûriyeyê dikin. Em dixwazin ku peywendiyên me li gorî esasên destnedana karên navxweyî yên welatan û rêzgiritna li serweriya welatan bin."

    Bi heman mijarî:

    Li Îranê ji ber birîna elektrîk û avê xwepêşandan zêde dibin
    Wezareta Karên Derve ya Îranê bangî Balyozê Tirkiye yê li Tehranê kir
    Li Îranê ji bo piştgiriya Filistînê konferanseke navneteweyî dest pê kir
    Rûsya: Çawa şer biqede, Hizbullah û hêzên Îranê dê ji Sûriyeyê derkevin
    Ji ber şerpeya xwe ji serê xwe kir, ji tîma Îranê ya kişikê hat avêtin
    'Îranê çend ceribandinên moşekên pêşketî kir'
    Iraq û Îranê li ser petrola Kerkûkê peyman îmze kir
    Îranê bertek da Tirkiye: Tirkiye nikare xwe bi lîstika sûcdarkirinê paqij bike
    Etîketan:
    hevkarî, Cîgirê Serokomarê Îranê, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê, Hesen Rûhanî, Behram Qasimî, Kuweyt, Ûmman, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de