14:41 23 Tebax 2017
Zindî
    Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Fikrî Işik

    Wezîrê Parastin ê Tirkiyeyê: "Reqqa û Minbiç ne alternatîfê hev in"

    © REUTERS/ Tumay Berkin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3323

    Wezîrê Parastin ê Tirkiyeyê Fikri Işik di axaftina xwe de ragihand ku Reqqa û Minbiç ne alternatîfê hev in, ji bo vekişandina hêzên PYDê Amerîka soz daye Tirkiyeyê.

    Wezîrê Parastin ê Tirkiyeyê Fikri Işik di axaftina xwe ya televîzyona NTV de got: "Reqqa û Minbiç ne alternatîfê hev in. Amerîka ji bo ku hêzên PYDê ji Minbiçê vekişin soz daye Enqereyê. Heke Amerîka vê soza xwe bi cih neyîne wê Tirkiye mijara operasyonê binirxîne."

    Fikri Işik di berdewamiya axaftina xwe de got: " Sererkan Hulusi Akar jî di daxuyaniya xwe de got ‘dorpêça El Babê qediya niha em paqijiya bajêr dikin'. Belkî hinekî din jî dem bistîne. Di nava bajêr de tax bi tax paqijî tê kirin. Li gorî pêşbîniyên me derdora 100 DAIŞî di nava bajêr de ne. Niha em nikarin dîrokê bidin."

    Işik dawiya axaftina xwe de got: "Minbiç û Reqqa ne alternatîfên hev in, divê hebûna PYDê li Minbiçê bi dawî bibe. Ji bo ku Amerîkayê di vê mijarê de soz daye Tirkiyeyê û divê PYD vekişe. Heke Amerîka soza xwe bi cih neyine wê demê Tirkiye bijarteka operasyonê jî dê binirxîne."

    Bi heman mijarî:

    Işik: "El Bab bi temamî hat dorpêçkirin û niha paqijî tê kirin"
    Işik: Yewnanîstan di riyek çewt de ye
    Işik: "Em nahêlin pirsgirêk di navbera Iraq û Tirkiyeyê de derkevin"
    Fikri Işik: "Vekişandina me ji Sûriyeyê ne diyar e"
    Işik: "Încîrlîk ne baregeha NATOyê ye"
    Etîketan:
    Wezîrê Parastin ê Tirkiyeyê, Operasyona rizgarkirina Reqqayê, PYD, Fikri Işik, Hulusi Akar, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de