05:03 20 Tebax 2017
Zindî
    Elî Ekber Welayetî

    Welayetî: "Hêviyên rayedarên tirk a nimêja Camiya Emewî bi cih nayên"

    © AP Photo/ Ebrahim Noroozi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3820

    Gengeşiya devkî ya rayedarên Îran û Tirkiyeyê her diçe dijwartir dibe. Şêwirmendê rêberê olî yê Îranê Elî Xemaney Elî Ekber Welayetî jî tevlî vê bû.

    Elî Ekber Welayetî li Tehranê di Konferansa Piştgiriya Întîfadaya Filistîn a 6emîn de bi Seroka Meclisa Sûriyeyê Hediye Abbas re hevdîtinek pêk anî. Welayetî piştî hevdîtinê civîneke çapamenî li dar xist û di axaftina xwe de rexneyên tund li Tirkiyeyê kirin.

    Welayetî di axaftina xwe de got: "Tirkiye negihîşt hedefên xwe ku li ser Sûriyeyê plan dikirin. Rayedarên tirk dixwestin herin Camiya Emewî ya Şamê û nimêjê bikin, lê ev daxwaza wan bi cih nehat û dê tucarî bi cih jî neyê. Serkeftin a gel û dewleta Sûriyeyê ye."

    Şêwirmendê Xemaneyî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Dewleta Îranê li ser vexwendina hikûmeta fermî ya Iraq û Sûriyeyê li wan welatan e. Yên ku be dawetî ketine wan welatan divê derkevin. Yan wê bi xwe derkevin an jî gelê Iraq û Sûriyeyê dê wan derxîne."

    Bi heman mijarî:

    Ji Welayetî bo Yildirim: "Em kêfxweş dibin"
    Xemaney: "Trump rûyê Amerîka yê rasteqîn nîşan dide"
    Şêwirmendê Xemaney: "Ji xeyrî Iraqê pê ve tu welat nikare tevlî operasyona Mûsilê bibe"
    Xamaney: "Armanca DAIŞê têkbirina dewleta Îranê ye"
    Ayetullah Şîrazî:'Xamaney, bi Hz. Mehdî re di nava têkiliyê de ye'
    Etîketan:
    Seroka Meclisa Sûriyeyê, Şêwirmendê rêberê olî yê Îranê, Hediye Abbas, Elî Ekber Welayetî, Tirkiye, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de