18:36 17 Tebax 2017
Zindî
    Balafirên Îsraîlê/ F-16

    Îsraîlê çoltera Şamê bombebaran kir

    © AP Photo/ Str/HO
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4421

    Li gorî nûçeya Al Masdarê balafirên îsraîlê duh bi şev paytexta Sûriyeyê Şam bombebaran kiriye. Hat ragihandin ku armanca van êrîşan, leşkerên li çiyayên Qelemûnê bûn ên nêzîkî sînorê Libnanê bûn.

    Rayedarekî leşkerî bi rojnameyê re axiviye û teqez kiriye ku jeteke îsraîlî ji herêma bajarokê Ersalê ya ku biryargehên DAIŞ û Fetih El Şamê lê ne derbasî Sûriyeyê bûye.

    Li gorî nûçeya, piştî êrîşê ti kes ne birîndar bûye û ne jî hatiye kuştin.

    Herwiha çavkaniyên Artêşa Sûriyeyê, armanca êrîşê devera Cerd Nalhelehê ya çiyayê Qelemûnê bûn.

    Hêjayî gotinê ye ku berî mehekê Îsraîlê baregeheke leşkerî li nêzîkî Şamê bombebaran kiribû û rayedarekî sûrî ji Spûtnîkê re ragihandibû ku armanca wan êrîşan "teşwîqkirin û piştgirtina terorîstan" bûn.

    Bi heman mijarî:

    Nasrallah Îsraîl tehdîd kir: "Reaktora nûkleerî vekin, an em ê êriş bikin"
    'DYA, Îsraîl û dewletên ereban li dijî Îranê hevpeymanekê dadimezirînin'
    Şîretkarê Barzanî yê berê Mohemed Cuma: Îsraîl û Kurdistan dê ji neçariyê federaliyê çêkin
    Trump bo Netanyahû: Divê Îsraîl nermtir tevbigere
    Îsraîl: Divê êrîşkariya Îranê bêbersiv nemîne
    Îsraîl li Şerieya Rojava 3 hezar xanî ava dike
    Îsraîl û Tirkiye li Enqerê dicivin
    Etîketan:
    Fetih El Şamê, DAIŞ, Sîbîryaya Rojhilat, Îsraîl, Libnan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de