09:55 18 Tebax 2017
Zindî
    HSD-QSD-

    HSDê 2 gundên din ê Reqqayê rizgar kirin

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    Hat ragihandin ku di operasyona rizgarkirina Reqqayê de şervanên Odeya Xezeba Firatê du gundên din ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê rizgar kirin.

    Li gorî zanyariyên berdest di çarçoveya Operasyona Xezeba Feratê de, şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro 2 gundên bi navê Qiwîtar û Bîr Edman li bajarê Reqqayê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê rizgar kirin.

    Ji aliyê din ve li bajarê Hesekê yê Rojava jî hejmarek ji şervanên ereb ku vê dawiyê tevlî Yekîneyên Parastina Gel bibûn, perwedeya xwe ya serbazî qedandin û tevlî YPGê bûn.

    Yek ji Fermandarê YPGê Luqman Dêrik di axaftina xwe de got: "Îro ev şervan tevlî vê perwerdeyê dibin û bi taybetî jî dibin endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), di rewşeke taybet û dijwar de derbas dibin."

    Fermandarekî YPGê dibêje, ku di rewşeke gelekî dijwar de ev hejmara berçav ji şervanên ereb tevlî nav rêzên YPGê bûne.

     

     

    Bi heman mijarî:

    HSD ber bi Reqqayê ve bi pêş de diçe: 4 gund hatin kontrolkirin
    'HSD dê Reqqayê bistîne, ne Tirkiye'
    HSD 9 km nêzîkî Reqqayê ye
    HSD: Gundê Mêzîlayê yê stratejîk ji sê mihweran ve hatiye dorpêçkirin
    HSD: "17 terorîst hatin kuştin û gundê Bîr Saîd hat rizgarkirin"
    Etîketan:
    Operasyona Xezeba Feratê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Rêxistina terorîst a DAIŞê, YPG, Fermandarê YPG, Luqman Dêrik, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de