14:44 23 Tebax 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê - operasyon - mûsil - iraq

    DAIŞê li Mûsilê êrişî dibistanê kir: 3 zarok hatin kuştin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Hat ragihandin ku rêxistina terorîst a DAIŞê bi Navgînên Hewayî yê Bêmirov li rojhilatê bajarê Mûsilê êrişî dibistanekê kir û di encama êrişê de 3 zarok jiyana xwe ji dest dan.

    Li gorî zanyariyên berdest, rêxistina terorîst a DAIŞê bi Navgînên Hewayî yê Bêmirov (NHB) êriş bire ser dibistaneke seretayî û di encama êrişê de 3 zarok ku yek ji wan 7 û yên din jî 10 salî bûn jiyana xwe ji dest dan.

    Fermandarê Yekîneyên Tekoşîna Dijterorê yê artêşa Iraqê Muhammed Riza el Verdi di daxuyaniya xwe de ragihand ku rêxistina terorîst a DAIŞê NHByan êriş bire ser dibistana Yafa ku taxa Er Rifak a li rojhilatê bajarê Mûsilê dikeve.

    Li gorî daxuyaniya el Verdi êriş di dema seetên dersdayînê de hat kirin û 3 zarok ku yek jê 7 salî û yên din jî 10 salî bûn jiyana xwe ji dest dan, piştî êrişê hêzên ewlehî gihîştine cihê bûyerê û dibistan tehliye kirine.

    HINEK JÊ BIYANÎ 19 MILÎTAN HATIN KUŞTIN

    Herwiha li gorî çavkaniyên ji nexweşxaneyê hatine wergirtin balafirên şer ên koalîsyonê li rojavayê Mûsilê li herêma Eş Şifa avahiyek bombebaran kirin. Di êrişa avahiya ku aîdî Tuxaya El Furkan a girêdayî rêxistina terorîst a DAIŞê bû de 19 milîtanên ku emîr jî di nav de hatin kuştin. Li gorî zanyariyan hinek ji wan milîtanên kuştî biyanî ne."

    Bi heman mijarî:

    'Hevpeymanê 24 sivîl li Mûsilê kuştin'
    'Tenê 2 kîlometre maye ji balafirgeha Mûsilê re'
    Li Mûsilê nêzîkî 40 pîr û zarok ji birçîna mirin
    'Li rojavayê Mûsilê bi qasî 350 hezar zarok asê mane'
    Artêşa Iraqê li rojavayê Mûsilê dest bi operasyonê kir
    Etîketan:
    Operasyona rizgarkirina Mûsilê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Fermandarê Yekîneyên Tekoşîna Dijterorê yê artêşa Iraqê, Muhammed Riza el Verdi, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de