13:13 21 Tebax 2017
Zindî
    hdp

    Hevserokê HDPê yê Îzmîrê Guleryuz hat binçavkirin

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2313

    Hat ragihandin ku Hevserokê HDPê yê bajarê Îzmîrê Mahfuz Guleryuz û 2 rêvebirên din ê partiyê hatin binçavkirin.

    Li gorî zanyariyên berdest Hevserokê HDPê yê Îzmîrê Mahfuz Guleryuz û 2 rêvebirên din ê partiyê bi îdîaya ku propagandeya PKKê kirine hatin binçavkirin.

    Tîmên Mîdûriyeta Şaxa Tekoşîna Dijteror a Midûriyeta Ewlehî li ser dîrektîfa Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê ku duhî rêvebir û endamên partiyê li Alsancakê daxuyaniyeke çapemenî dabûn li hemberî serok û revebirên HDPê yên Îzmîrê operasyonek li dar xistin.

    Li gorî îdîaya Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê rêvebir û endamên HDPê yê Îzmîrê daxuyaniya xwe ya Alsancakê bê destûr li dar xistin û di daxuyaniyê de propagandeya PKKê kirin, ji bo vê derheqê Hevserokê Bajêr Mahfuz Guleryuz û 2 rêvebirên din de biryara binçavkirinê hat derxistin.

    Hat ragihandin ku Mahfuz Guleryuz û 2 rêvebirên HDPeyî birin Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Dijteror a Îzmîrê.

    Bi heman mijarî:

    Li Lîtvanyayê 5 leşkerên NATOyê hatin binçavkirin
    Parlamentarê Êlihê Arslan: Têm binçavkirin
    Hevşaredarê navçeya Ebexê Demir hat binçavkirin
    Li Edeneyê operasyon: 10 kes hatin binçavkirin
    Hevserokê DBPê yê Wanê hate binçavkirin
    Etîketan:
    Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê, HDP, Tîmên Mîdûriyeta Şaxa Tekoşîna Dijteror a Midûriyeta Ewlehî, Mahfuz Guleryuz, Îzmîr, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de