20:38 16 Tebax 2017
Zindî
    Kemal Kiliçdaroglu

    Kiliçdaroglu: "Di nava AKP û MHPê de fîreyêk cidî heye"

    © REUTERS/ UMIT BEKTAS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1911

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe de ragihand ku di nava AKP û MHPê de fîreyek cidî heye.

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di hevpeyvîna xwe ya rojnamevana Cumhuriyetê ya Ayşe Sayin de mijara referandumê nirxand. Kiliçdaroglu di hevpeyvîna xwe de got: "Niha Serokomar Recep Tayyip Erdogan, Serokwezîr Binali Yildirim û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli kampanya ‘erê' dimeşînin. Lê li pey wan fîreyeke cidî heye. Tirkiye di referanduma 16ê Nîsanê de wê dîsa li komara xwe xwedî derkeve."

    Kemal Kiliçdaroglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Girîngiya taybet a kampanyaya ‘na'yê giştî ye. Yên ku dibêjin ‘erê' du qismin, lê yê ku dibêjin ‘na' kîtleyeke mezin e. Di nava van de partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û civakî, saziyên meslekî… Niha kampanyayeke giştî dimeşe. Niha em naxwazin wekî dominant derkevin pêş hevsengiya giştî têk bibin. Em jî wekî CHPê em ê kampanyaya xwe bidin meşandin."

    Kiliçdaroglu di dirêjiya hevpeyvîna xwe de got: "Niha em amadehiyên xwe dikin û li mûzîka xwe digerin. Xebatên xweş têne kirin. Peymaneke me bi fîrmayekê re jî tuneye, wê li gorî vê kampanyaya giştî be."

    Bi heman mijarî:

    Kiliçdaroglu xwest Turkmen ji Dîwana Serokatiyê îstîfa bike
    Kiliçdaroglu: "Di referandumê de ‘na' qezenç bike wê rewşa fiîlî biqede"
    Dosyeya parêzbendî ya Kiliçdaroglu û gelek parlamenterên HDPê çû parlamentoyê
    Kiliçdaroglu: "Parlamentoyê bi dewirkirina erka xwe xiyanet li dîroka xwe kir"
    Kiliçdaroglu: Hemû bajarên Tirkiyê rûbirûyê terorê ne
    Etîketan:
    Guherina Destûra Bingehîn, Serokê Giştî yê MHPê, Serokê Giştî yê CHPê, Serokomarê Tirkiyeyê, Kemal Kiliçdaroglu, Binali Yildirim, Devlet Bahçeli, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de