09:42 18 Tebax 2017
Zindî
    Hilbijartin - Pisûleya dengan

    Selvi: "Bloka ‘na' di asta herî zêde de ye"

    © AFP 2017/ Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5211

    Niviskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya îro de ragihand ku bloka ‘na' di asta herî zêde de ye.

    Abdulkadir Selvi di nivîsa xwe ya îro de got: "Di referandumê de hêviya AKPê ya herî mezin Serokomar Recep Tayyip Erdogan e, li gorî kulîsên partiyan bloka ‘na' derketiye asta herî zêde û ji vir pê ve wê dengê ‘erê' ber bi zêdebûnê ve herin.

    Selvi di berdewamiya nivîsa xwe de got: "Kulisên AKPê bi temamî xwe bi referandumê ve kilîd kirine. Piştî 16ê Nîsanê wê qertên siyasetê ji nû ve werin şikandin. Lewma di vê wateyê de wê 16ê Nîsanê bibe mîladek. Êdî di siyasetê de her wê her tişt bibe berî 16ê Nîsanê û piştî 16ê Nîsanê. Pêşbîniyan AKPeyiyan ku ji vir û pê ve dengê ‘erê' zêde bibe. Bloka ‘na' derket asta herî jor. Ji vir û pê ve wê dengê ‘erê' zêde bibin."

    Nivîskarê Hurriyetê di dirêjiya nivîsa xwe de got: "Di referandumê de hêviya AKPê Serokomar Recep Tayyip Erdogan e. Li gorî van ji bo ku piştî 16ê Nîsanê her tişt li cihê xwe rûne pêwistî bi dengê ‘erê' heye û li gorî wan dibe hetanî 2019an guherîna Destûra Bingehîn negihîje. Lewma li benda dengekî ji sedî 55an zêdetir ê ‘erê' ne."

    Bi heman mijarî:

    Selvi: "Di 16ê Nîsanê de em ê herin referandumê"
    Selvi: "Hedefa duyemîn a êrişkarê Reînayê rojnameya Cumhuriyetê bû"
    Selvi: "Jinekê êrişkarê Reînayê îxbar kir"
    Selvi: "Qatilê Karlov 7 caran Erdogan û Davutoglu parastiye"
    Selvi: "DAIŞê plana suîqesta Kiliçdaroglu kir"
    Etîketan:
    Guherîna Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê, AKP, Nivîskarê rojnameya Hurriyetê, Abdulkadir Selvi, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de