02:11 21 Tebax 2017
Zindî
    DAIŞ

    Emîrê DAIŞê yê bi navê Ebû El Bera hat kuştin

    © AFP 2017/ File
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2322

    Li gorî zanyariyen berdest, li parêzgeha Diyalayê ya Iraqê, yek ji emîrên DAIŞê ku Berpirsê Encumena Şûrayê yê bû Ebû El Bera hat kuştin.

    Ala DAIŞê
    © Sputnik/ Andrey Stenin
    Yek ji rayedarekî artêşa Iraqê bi navê Hebîb Şemrî di daxuyaniya xwe de ragihand ku "Li parêzgeha Diyalayê, berpirsyarê deverên derdora Çiyayên Hemrînê û serokê encumena şûrayê ya DAIŞê Ebû El Bera di encama êrîşên esmanî de hat kuştin."

    Hebîb Şemrî diyar kir ku li gorî îstîxbarata ku aşkere kiriye cihê civînê ya Ebû El Bera ew der e, êrîşa esmanî pêk hatiye.

    Rêxistina terorîst a DAIŞ parêzgeha Diyalayê di Hezîrana 2014an de dagir kiribû û di sala 2015an de Diyala ji terefê hêzên iraqî ve hatibû kontrolkirin, lê hê jî li derdorên herêmê milîtanên DAIŞê hene.

    Bi heman mijarî:

    'DAIŞ ber bi îflasa darayî ve diçe'
    Senatorê Rûsî: Bêyî Amerîkayê nabe DAIŞ were têkbirin
    ‘DAIŞ êrişî başûrê rojavayê Derayê dike'
    Rûsyayê li Reqqayê DAIŞ bombebaran kir
    Parlamentarê Sûrîyê: DAIŞ ji roja roj ve îradeya welatên biyanî bi cî tîne
    Etîketan:
    Emîrê DAIŞê hat kuştin, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Ebû El Bera, Hebîb Şemrî, Diyala, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de