11:03 26 Gulan 2018
Hevdîtinên Cenevreyê

Nûnerê PYDê li Moskowê: Rûsya dixwaze kurd beşdarî Cenevreyê bibin

© REUTERS / Denis Balibouse
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 31

Tenê sê roj ji civînên 4emîn ên Cenevreyê re mane û tê gotin ku Rûsya dixwaze kurd jî di civînê de beşdar bin. Nûnerê PYDê yê Rûsyayê Ebdulselam Elî teqez kir ku divê kurd cih di Cenevreyê de bigirin û wiha got: "Rûsya û DYA li ser beşdarbûna kurdan di Cenevreyê de israr dikin. Rûsya dibêje, heta kurd beşdarî Cenevreyê nebin, çareserî çênabe."

Hikmet Durgun

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, PYD dixwaze tev li civînên Cenevreyê bibe lê Tirkiye ji bo ku beşdar nebin, çalakiyên xwe yên dîplomatîk gelekî xurt kirine. Li gel vê Rûsya û DYA bi Tirkiyeyê re gotûbêjan dike daku PYD tev li civînên çaremîn ên Cenevreyê bibe. Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî berî çend rojan teqez kiribû ku heta kurd beşdarî civînên Cenevreyê nebin, çareserî ji wan civînan dernakeve.

ENKS
© Foto : Facebook
Nûnerê PYDê yê Rûsyayê Ebdulselam Elî derbarên civînên Cenevreyê yê 23ê Sibatê de ji Spûtnîkê re axivî.

"TIRKIYE NAXWAZE KURD BEŞDARÎ CENEVREYÊ BIBIN"

Elî misoger kir ku divê Birêveberiya Xweser jî cih di civînên 4emîn ên Cenevreyê de bigire û wiha dewam kir: Hîn tiştekî zelal tine. Rejîm ji aliyekî, dijberiya Sûriyeyê ji aliyê din. Hîn sê-çar Cenevre ji wan re lazim in daku bikarin di nav hev de li hev bikin. Her kes dizane ku Hêzên Sûriyeya Dmeokratîk îro 22% ji xaka Sûriyeyê kontrol dike. Divê Birêveberiya Xweser a Demokratîk ji bo çareseriyê beşdarî Ceneveyê bibe. Eger beşdarbûna wan neyê misogerkirin, nexwe li Cenevreyê li çareseriyê nagerin. Nabe guhê xwe bidin daxwazên tirkan. Tirk(Tirkiye) naxwaze em li Cenevreyê bibin. Bêyî kurdan, çareserî ne pêkan e. Kurd xwe bi rê ve dibin û hêzeke wan a leşkerî heye. Divê lihevkirinek bi kurdan re pêk were yana dê siberoja Sûriyeyê xera bibe. Jixwe Sûriye xera bûye. Beşeke Sûriyeyê di destê DAIŞê de ye. El Nusra û rêxistinên din beşeke din kontrol dikin. Beşek jê di destê kurdan de ye û yê mayî di destê rejîmê de ye. Hêza berê ya rejîmê tine ku tevahiya welatî kontrol bike û bi rê ve bibe. Niha yên alîkariya rejîmê dikin û ji bo wê şer dikin, Îran û Hizbyllah in.

"DYAYÊ JÎ ÊDÎ LI SER BEŞDARBÛNA KURDAN ISRAR DIKE"

Herwiha Elî destnîşan kir ku Rûsya û DYA dixwazin kurd tev li Cenevreyê bibin û axiftina xwe wiha dewam kir: "Tirkiye naxwazew kurd beşdar bibin. Lê Rûsya û DYA dixwazin kurd beşdar bibin. Hîn tiştekî zelal tine. Lê tiştên erênî hene. Rûsya li ser beşdarbûna kurdan israr dike. Dibêje, divê kurd amade bin. Rûsya dibêje, bêyî kurdan, çareserî ne pêkan e. Heta demeke diyar, DYAyê israr nedikir lê êdî ew jî israr dike. Dibêje, divê kurd beşdar bibin. DYA û Rûsya ji me re dibêjin, em dixwazin hûn li Cenevreyê bin. Em jî ji wan re dibêjin, ev ne bes e ji ber hinek hene, naxwazin em tev li civînan bibin lewra divê bêtir têkoşîn û xebat bên kirin.

"ENKS TI AXÊ LI SÛRIYEYÊ BI RÊ VE NABE"

Nûnerê PYDê axiftina xwe bi pirsyara "çawa çêdibe ku kurdên ku 22% ji welatî kontrol dikin dê tev li van civînan nebin?" dewam kir û wiha got: Bêyî me, çareserî ne pêkan e. Tirk dibêjin, ENKS di civînên Cenevreyê de cih digirin. Ew di nav dijberiya Sûriyeyê de cih digirin. Gelo ENKSê ti axê li Sûriyeyê bi rê ve dibe? Hêza wê ya çekdar heye? Rastiyê nabînin."

"NAVÊN LEŞKERÎ YÊN BEŞDARÎ CIVÎNÊ DIBIN"

Di Cenevreya 4emîn de, veguhestina siyasî, reşnivîsa Destûra Bingehîn û mijarên qanûnên hilbijartinê dê werin gotûbêjkirin.

Ev nav dê di baskê leşkerî yê heyeta Cenevreyê de cih bigirin:

Fatih Hesûn(Tevegra Rizgarkirina Humsê), Beşar El Zubî(Eniya Başûr), Rakan Dokan(Eniya Başûr), Muetesim Şamir(Feyleq El Rahman), Xaldi Ava(Eniya Şamê), Memûn Hec Mûsa(Siqûr El Şam), Heysem Rehme(Artêşa Tîna Şamê), Xalid Nabulsî(Eniya Başûr).

Baskê siyasî Yê dijberan wiha ye:

Nasir El Herîrî(Serokê heyetê), Muhemed Sebre(Sergotûbêjker), Elîs Muferic(Alîkara Serokê Heyetê) Fûad Elîko, Muhemed El Şemalî, Ebdulmecîd Hemo, Neşet Taîme, Ebdulhedad Setîfo, Xalid Muhemed, Besma Kasmanî, Alaa Erefat.

Ji ENKSê sê kes dê beşdarî civînan bibin; Fûad Elîko û Hekîm Beşar û Hewas Egîd dê beşdarî civînan bibin. ENKS di bin sîwana Hevendiya Niştimanî û Şorşer a Sûriyeyê de beşdarî civînan dibe.

Bi heman mijarî:

Zaxarova: Em hêvî dikin aliyên herêmî û navneteweyî alîkariya sûriyan bo Cenevreyê bikin
De Mistura: Em dikarin encamên Astanayê li Cenevreyê bi kar bînin
Mogherini: ‘Hevdîtinên Astanayê divê li Cenevreyê dewam bike'
Lavrov û Kerry ji bo peymana Sûriyeyê wê dîsa li Cenevreyê bicivin
Rayedarê rûs: Divê kurd beşdarî Cenevreyê bibin!
Fransa dixwaze hevdîtinên Cenevreyê dewam bikin
ENKSê Sykes – Picotê dibe Cenevreyê
Etîketan:
Tevegra Rizgarkirina Humsê, PYD, ENKS, DAIŞ, Ebdulselam Elî, Cenevre, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de