04:54 25 Mijdar 2017
Zindî
    Heyder el Ebadî

    Heyder Ebadî ji hêzên Iraqê xwest ku rêzê li mafên mirovan bigire

    © AP Photo/ Stefan Wermuth
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî piştî destpêkirina operasyona ji bo kontrolkirina rojavayê Mûsilê peyamek belav kir û di peyamê de ji artêş û hêzên ewlehî yên Iraqê xwest ku di dema kontrolkirina deverên bi destê DAIŞê de rêzê li mafên mirovan bigirin.

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro ji bo welatiyên Mûsilê û hêzên ewlehî yên Iraqê bi videoyekê peyamek weşand û di wê peyama xwe de dest nîşan kir ku erka wan a sereke berê rizgarkirina axê, rizgarkirina mirovan e.

    Ebadî di berdewamiya peyama xwe de got, "Wek me berê jî derbirî, em niha jî derdibirin ku divê hemû hêzên Iraqê alîkariya welatiyan bikin û li hemberî wan miameleya mirovatiyê were kirin. Hemû alîkarî û xizmet bo penaberan were pêşkeşkirin. Me hemû aliyên peywendîdar berpirsyar girtine ku ji bo deverên hatine rizgarkirin xizmetên pêwîst pêşkeş bikin."

    Serokwezîrê Iraqê di beşeke peyama xwe de jî bang li artêş û hêzên ewlehî yên Iraqê kir û ji wan xwest ku di dema kontrolkirina deverên bi destê DAIŞê de rêzê li mafên mirovan bigirin.

    Operasyona rizgarkirin û kontrolkirina rojavayê Mûsilê di 19ê Sibata 2017an de bi fermana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hatibû destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Ebadî hişyariya 'Şerê Navxweyî' da alîgirên Sedr
    Serokwezîrê Iraqê Ebadî hişyarî da Heşdî Şebî
    Ebadî: Yasaya lêborînê bûye sedema zêdebûna tawanan
    Ebadî qerebûya ziyanên Iraqîyan xwest
    Ebadî: Iraq bi şerê DAIŞê hemû welatên herêmê diparêze
    Etîketan:
    rêzgirtin, Artêşa Iraqê, DAIŞ, Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de