21:50 13 Kanûn 2017
Zindî
    Qezaya trafîkê

    Li Îdirê qezaya trafîkê: "6 mirî û 20 birîndar

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    Hat ragihandin ku li Îdirê du otobusên rêwiyan serbirser qeza kirin, di encama qezayê de 6 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.

    Li gorî daxuyaniya Waliyê Îdirê du otobusên rêwiyan serbiser li hev qelibîn û di encama qezayê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 20 kes jî birîndar bûn.

    Waliyê Îdirê Ahmet Turgay Alpman di daxuyaniya xwe de got: "Di rêya sereke ya navbera Îdir û navçeya Aralikê de du otobusên rêwiyan serbiser li hev qelibîn. Li gorî amareyên pêşî di bûyera qezayê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 20 kes jî birîndar bûn."

    Hat ragihandin ku birîndarên qezaya trafikê bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên herêmê.

    Bi heman mijarî:

    Li Mêrdînê qezaya trafîqê: 20 kes birîndar bûn
    Li Hondurasê qezaya trafîkê: "23 mirî û 35 birîndar"
    Li Madagaskarê qezaya trafîkê: 47 mirî û 24 birîndar
    Li Sêwazê qezaya trafîkê: 34 birîndar
    Li Êlihê qezaya trafîkê: Mirî û 15 birîndar!
    Etîketan:
    Waliyê Îdirê, Qezaya trafîkê, Ahmet Turgay Alpman, Îdir, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de