02:30 21 Gulan 2018
    Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Fikrî Işik

    Wezîrê tirk: Wezîrê Berevaniya DYAyê ji me re got ku PYD nikare kantonan bike yek

    © REUTERS / Tumay Berkin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    121

    Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Fikri Işik got ku tezên Sûriyê yên Tirkiyê bi saya operasyona Mertalê Firatê tê guhdarkirin û plana yekkirina kantonan a PYDê ji rojevê ketiye.

    Işik derbarê hevdîtina xwe û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis ya di dema civînên NATOyê yên di 15 û 16 Sibatê de pêk hat got: "3 xalên bingehîn ên ku Mattis ji me re got hebûn: Hûn di têkoşîna li dijî PKKê de piştgiriya zêdetir heq dikin, em ê vê bidin. Em ê di Mertalê Firatê de bêhtir alîkariyê bidin we. Ne mumkin e ku kantonên PYDê (Efrîn û Kobanê) bigihên hev."

    Işik ku ji rojnameya Hurriyetê ji Murat Yetkin re axivî ev tişt got:

    • Demeke dirêje ku me ji amerîkaniyan re digot şaş e li hemberî DAIŞê bi PYDê re hevkariyê bikin, li hemberî terorîstekî terorîstekî din kar bikin. Me behs dikir ku pirsgirêkên wê ev di pêş de derkevin bibin sedema windakirina demê û zêdebûna mesrefê.
    • Pêşî zêde guh nedinanê. Nezaketen li me guhdar dikirin lê di kiryarên xwe de berdewam dikirin. Niha guhdar dikin û bersivê didin.

    ‘STANDINA DABIQÊ NÊRÎN GUHERAND'

    • Ev bi saya Mertalê Firatê çêbû. Cerablus ne ewqas lê bi standina Dabiqê re nêrîna amerîkiyan guherî. Baş dizanîbûn ku Dabiq ji bo DAIŞê ciyekî sembolîk e û hêzê li vir kom dikin.

    ‘PLANA ME YA AYÊ HEYE, HÛN YA BYÊ AMADE BIKIN'

    • Dema ku bi Mattis re ev hemû tiştan em axivîn gotin ku ji bilî plana Reqqa ya heyî, PYD ku di çavê me de ti ferqa wê ji PKKê nîne, ti planeke wan a din nîne.
    • Got ku ‘plana me a Ayê heye. Hûn plana Byê bibêjin.' Piştî wê Serfermandarê xwe (Joseph Dunford) şandin Tirkiyê. Bi Serfarmandarê me (Hulusi Akar) re diaxivin. Pêşniyarên me hene, ew ji hêlekî jî jixwe plana stratejî a nû ya ku Donald Trump dixwaze amade dikin.
    • Em dixwazin ku plankirina me li wir be. Em dixwazin ku ji hêla ASA û hêzên ereb ve bê çêkirin, dest ji PYDê bedrin. Lê hîn tiştekî ku tekez bûye nîne.
    • Lê 3 xalên sereke hene ku Mattis j ime re got: 1- Hûn di têkoşîna li dij PKKê de piştgiriya zêdetir heq dikin, em ê vê bidin, 2- Em ê di Mertalê Firatê bêhtir piştgiriya web ikin, 3- Ne mumkin e ku PYD kantonan (Efrîn û Kobanê) bigihîne hev. Ev xala dawî ji bom e bi taybetî giring e, ku ev jî bi saya Mertalê Firatê bû.

    Bi heman mijarî:

    Fallon: "Divê em presê li ser Mûsil û Reqqayê bikin"
    Aldar Xelîl: Riya me dirêj e, ji Reqqayê wêdetir e
    Amerîka: Tirkiye ne parçeyekî operasyona Reqqayê ye
    YPJ: Pêngava Reqqayê, di zanista parastina demokratîk de pêş dikeve
    Biryara Trump a rawestandina plana Reqqayê ya Obama, tê çi wateyê ji bo Rûsyayê?
    Etîketan:
    Operasyona Mertalê Firatê, PKK, PYD, DAIŞ, NATO, James Mattis, Fikri Işik, Murat Yetkin, Hulusi Akar, Donald Trump, Joseph Dunford, Dabiq, Cerablus, Kantona Kobanê, Kantona Efrînê, Reqqa, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de