18:41 17 Tebax 2017
Zindî
    Şervanên YPGê yên girêdayî HSDê li nêzîkî Reqqayê

    'Rêya Tirkiye ya Reqayê ji herêmên PYDê derbas dibe'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21223

    Hat îdîakirin ku di hevdîtina Serfermandarê Artêşa Tirk Akar û Serfermandarê Artêşa Amerîkayê Dunfortî de 2 pilanên cida cida yên aliyê tirk hatiye ragihandin. Lê di herdû planan de jî rêyên ku diçin Reqayê ji herêmên di bin kontrolê PYDê de ne derbas dibe.

    Hevdîtinên derbarê operasyona Reqayê ya ku wek keleha DAIŞê tê zanîn berdewam in. Serfermandarê Giştî yê Tirk Hulusî Akar roja borî, li İncirlikê bi Serfermandarê Amerîkayê Joseph Dunfordî re hevdîtinek kir. Hat îdîakirin ku di vê hevdîtinê de Akarî 2 planên cida pêşkeşî Dunfordî kiriye ku di herduyan de jî rêya hêzên Tirk yên girêdayî TSKê ya bo Reqayê ji niqteyên kontrolê yê PYDê derbas dibin.

    DI HERDÛ RÊYAN DE JÎ NIQTEYÊN KONTROLÊ YÊN PYDÊ HENE

    Li gorî nûçeya Ugur Erganê peyamnerê Huriyetê, plana yekem ji Akçakaleyê ya Rihayê, ji Til Ebyadê derbasî Reqayê dibe. Plana duyê jî, ji Elbabê ji aliyê Minbîcê derbas dibe ku di herdû rêyan de jî kontrolên hêzên PYDê hene.

    Plana ku Enqere herî zêde giringiyê didiyê herêma di bin kontrola PYDê de, ya 54 km ji başûr ber bi Reqayê ve ye. Tirkiye ji bo vê planê korîdorek ji 20 kilometreyan pêk tê daxwaz kiriye. Eger plan bê qebûlkirin hêzên taybet ên Tirk û Amerîkî bi komandoyên ku ji aliyê Tirka ve bên perwerdekirin dê tevli Artêşa Azad derbasî Reqayê bibin.

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê Amerîkî: Operasyona Reqa û Mûsilê dibe ku 2 salan bajo
    Rêya di navbera Reqa û Minbicê ji terorîstan hate paqijkirin!
    REQA - 250 leşkerên Amerîkayê derbasî Sûriyeyê bûn
    REQA - Balafirên Fransayê DAIŞ bombe kirin
    REQA - 70 terorîst hatin kuştin û birîndar bun!
    Bexdadî biryara rêya Reqa û Mûsilê da
    YPG: Rêya Girê Spî-Reqa hate girtin, 18 gund hatin rizgarkirin
    Etîketan:
    PYD, TSK, Dunford, Hulusi Akar, Amerika, Tirkiye, Reqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de