18:38 17 Tebax 2017
Zindî
    Pirtûk, pirtûkxane

    'Wêjeya kirmanckî bi Seyda Ehmedê Xasî dest pê kir'

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Mustafa Zengin
    0 179111

    Nivîskar-lêkolîner Roşan Lezgînî Ehmedê Xasî wek destpêka wêjeya kirmanckî bi nav kir û got ew him zanayekî olî him jî zanayekî felsefeyê bû û bi 4-5 zimanan dizanîbû. Lezgîn bo wêjeya kirmanckî jî da zanîn ku niha bi qasî 300 pirtûkên kirmanckî hene û got, “Wêjeya kirmanckî û kirmanckiya niviskî di van salên dawîn de gaveke pir mezin avêtin.”

    Wek gelek zimanan kurdî jî xwediyê gelek diyalekt û zaravayan e. Ji nava kesên girêdayî van zaravayên kurdî jî gelek zana û alim derketine û berhemên olî, felsefî û wêjeyî nivisîne. Ehmedê Xasîyê ku di 18ê Sibata 1951an de, yanî îro di 84 saliya xwe de koça dawî kir jî yek ji wan zana û alimên kurd in ku bi zaravaya kirmanckî berhemên olî, felsefî û wêjeyî ji nifşên dû xwe re wek mîrat hiştine.

    Lê belê Ehmedê Xasî kî ye, ji ku ye, çi nivisiye, xwediyê kesayetiyeke çawa bû û çi bandor li ser ziman û wêjeya kirmanckî kir? Wek Sputnik Kurdistanê, me ji bo roja salvegera mirina Ehmedê Xasî ev pirs û hinek pirsên din ên di derbarê ziman û wêjeya kirmanckî de pirsîn, nivîskar û lêkolînorê zarava û wêjeya kirmanckî Roşan Lezgînî jî bersiva pirsên me da.

    ‘EHMEDÊ XASÎ JI MALBETEKE ALIM BÛ'

    Roşan Lezgîn derbirî ku Ehmedê Xasî bi eslê xwe ne mele ye, muderîs e û got, "Ji ber ku tirk ji zanayên dîndar re dibêjin ‘molla', ji ber wê çend kurd ew navê ‘molla' wek mele bi lêv dikin. Ehmedê Xasî di eslê xwe de muderîs e, yanî dersdar e. Wek bi şiklê ku îro em dizanin, ne meleyê mizgeftê bû. Ehmedê Xasî di sala 1867an de li nehiyeya Hezanê ya navçeya Licê hatiye dinyayê. Malbata wî bi xwe jî malbeteke alim bû. Ji wan re dibêjin Mala Xasan. Yanî kesên xas in, ne awam in, ne ji xelkê ne û li gorî dema xwe ji tebeqeyeke alim tên. Ji ber wê jê re dibêjin Xasî. Seyda Ehmedê Xasî di 18ê Sibata 1951an de dîsa li gundê xwe di 84 saliya xwe de çûye rihmetê."

    ‘SEYDA EHMEDÊ XASÎ HIM ZIMANZAN HIM ALIM HIM JÎ FÎLOZOF BÛ'

    Lezgîn bal kişand ser ku Ehmedê Xasî di dema xwe de alimekî navdar bû û rewşenbîrek bû û nirxandina xwe wiha domand: "Alimên me yên berê tenê bi ilmê dînî emel nekirine, di heman demê de bi mesleyên civakî, bi mesleyên fiqhê û bi mitesewifê re jî eleqeder bûne. Ji ber wê çendê seydayê Xasî di heman demê de him wek zimanzanekî ye, him wek alimekî dîn û dîndariyê ye û him jî alimekî felsefeyê ye. Em ji berhemên wî dizanin. Gelek berhemên wî yên girîng hene ku van aliyên wî nîşan didin. Ehmedê Xasî bi 5-6 zimanan pir xweş dizanîbû. Mesela, mulemmayeke wî heye, bi pênc zimanan, her rêzeke wê bi zimanekî nivisiye. Bi qasî ku karibe helbest binivîse, bi 5-6 zimanên herêmê, wek zimanê Erebî, Farisî, Tirkî, Kurdî û bi kurdî jî bi çend zaravayên wê, zaravaya kurmancî û kirmanckî zanîbû."

    ‘METNÊN PÊŞÎN ÊN KIRMANCKÎ LECHÎ NIVISÎNE LÊ PIRTÛKA YEKEMÎN A KIRMANCKÎ XASÎ NIVISIYE'

    Roşan Lezgîn anî ziman ku pirtûka yekemîn a bi kirmanckî Ehmedê Xasî nivisiye û beriya wî kurdê ku bi kirmanckî pirtûk nivisiye tune ye. Lezgîn di vê mijarê de ev tişt gotin, "Cara yekemîn Ehmedê Xasî bi kirmanckî pirtûk nivisiye. Lê beriya wî hinek metnên ku li Rûsyayê Peter Lerchî nivisîne hene, ku Lerch zimanzanekî bi eslê xwe Alman e lê li Akademiya Qraliyeta Rûsyayê xebitiye. Di sala 1856an de di dema şerê Kirimê de, şerê di navbera Osmanî-Rûsan de hinek leşkerên Osmanî li ber destê Rûsan dibin hêsîr û Rûs wan dibin kampa hêsîran a li bajarê Roslowê. Di nava wan hêsîrên Osmaniyan de 9-10 kurd jî hebûn. Çend hebên wan jî kurmanc bûn, çend heb jî zaza bûn. Ev Peter Lerch li ser navê Akademiya Ziman a Rûsyayê çûye nava wan, bi wan re hevpeyvîn kiriye, wan naskiriye, li ser zimanê kurdî xebitiye, metnên li ser kirmanckî yekem car li dinayayê de em di kitêba Peter Lerchî de dibînin, di sala 1857-58an de çap bûye. Kirmanckî yekem car wisa ketiye nava lîteraturê. Lê weke pirtûk û wekî kurdekî cara pêşîn bi Mewlûda Kirmanckî ya Seydayê Xasî dest pê dike."

    Nivîskar û lêkolînerê zarava û wêjeya kirmanckî Roşan Lezgîn
    © Foto: Facebook
    Nivîskar û lêkolînerê zarava û wêjeya kirmanckî Roşan Lezgîn

    ‘GELEK BERHEMÊN XASÎ HETA ÎRO MANE, JI WAN DU JÎ KITÊB IN'

    Lezgîn di derbarê berhem û pirtûkên Ehmedê Xasî de jî got, "Pirtûkên wî, yek Mewlûda Kirdî ye. Mewlûd behsa jiyana pêxember dike, behsa afirandina gerdûnê dike û mewlûd di nava Tirkan, Ereban, Farisan de, yanî di nava miletên misliman de bi hemû zimanan heye. Dîsa pirtûkeke wî ya din jî li ser felsefeyê ye. Felsefeya Îslamê û felsefeya xeyrî Îslamê dide ber hev û navê wê jî Kitabu't-Tesdîd bi Şerhî Muhtasari't-Tevhîd e û 59 rûpel e. Ev pirtûka wî jî 1933yan de çap bûye. Hinek meqaleyên wî hene, ku yek ji wê Bişr-el Îbad fî Îlmî Îtiqad e. Dîsa hinek rediyeyên wî hene, ku ew jî li gorî nîqaşên wê demê yên di nava alimên Îslamê de çêbûne, hatine nivisîn. Dîsa li ser 99 navên Xwedê, yanê li ser Esma'ul Husnayê menzûmeyek wî heye. Her wiha mulemmaya wî heye, xezeleke wî ya bi Tirkî û helbestên wî yên bi kurmancî hene. Wisa gelek berhemên wî heta îro mane, ji wan du kitêb in û yên din jî wek metn in. Du kitêb ên wî saxlem ketine destên me."

    ‘DIBÊJIN ZAVAYÊ WÎ JI BER TIRSA DEWLETÊ HINEK KITÊBÊN WÎ ŞEWITANDINE'

    Lezgîn di derbarê pirtûkên Ehmedê Xasî de ev tişt jî gotin, "Îcar em tam jê ne bawer in ku dibêjin weke kitêb xebatên wî yên niviskî gelek bûn. Ew jî li ber destê zavayê wî bûne. Zavayê wî yê demekê melayê Mizgefta Mezin a Amedê bû. Dibêjin ew dema ku di sala 1971an de li Tirkiyeyê derbeya leşkerî çêbû, ji ber ku kurd di bin zilma dewleta tirk de ne, yanê her tiştê ku bêhna kurdî jê were, dibin sedem ku însan werin îdamkirin, werin hepskirin, werin îşkencekirin, dibêjin zavayê wî wê demê hinek kitêb û meqaleyên wî ji ber tirsa dewletê şewitandin. Helbet em nikarin vê yekê îspat bikin lê wisa tê gotin."

    ‘DI DÎROKÊ DE CARA YEKEMÎN KITÊBA KURDÎ YA KU BI FERMÎ DI METBAAYEKE MODERN DE TÊ WEŞANDIN, MEWLÛDA KIRDÎ YE'

    Nivîskar Lezgîn dest nîşan kir ku di dîrokê de cara yekemîn kitêba kurdî ya ku bi rûxseta fermî û di metbaayeke modern de tê weşandin, Mewlûda Kirdî ya Ehmedê Xasî ye û wiha axivî, "Mewlûda Kirdî bi destûra fermî ya dewleta Osmanî li Diyarbekirê di metbaaya Lîtografyayê de hatiye weşandin. 400 nûsxeyên wê hatine weşandin. Cara yekemîn e kitêbeke kurdî ya ku di dirokê di bi rûxseta fermî di metbaayeke modern de tê weşandin ev e. Şiklê wê yê orîjînal jî li ber destê me heye. Her du kitêbên wî bi şiklên xwe yên orîjînal li ber destê me hene."

    ‘PIŞTÎ EHMEDÊ XASÎ MEWLÛDEKE DIN JÎ HEYE, KU CELADET BEDIRXAN EW LI ŞAMÊ ÇAP KIRIYE'

    Roşan Lezgîn ê ku Mele Ehmedê Xasî wek destpêka wêjeya kirmanckî bi nav kir û wisa berdewam kir, "Zaravaya ku em pê qise dikin, ev zaravaya ku tu jê re dibêjî dimilkî, 4 heb navên xwe hene; dimilkî, zazakî, kirdkî, kirmanckî dibêjin. Kirdkî û kirmanckî navên etnîkî ne lê dimil û zaza navên eşîran e. Piştî Ehmedê Xasî mewlûdeke din jî heye. Ew jî di sala 1933yan de Celadet Alî Bedirxan çap kiriye. Ev jî miftiyê Siwêregê bû, jê re dibêjin Osman Efendiyê Babij. Wî mewlûdek niviisye. Va mewlûda dikeve destê Celadet Alî Bedirxan û wî di sala 1933yande li Şamê di rêzekitêba Hawarê de çap kiriye."

    ‘HINEK MELEYAN BI VEŞARÎ HINEK TIŞT BI KIRMANCKÎ NIVISÎN'

    Lezgîn di dewama axaftina xwe de behsa sedema pêşneketina zaravaya kirmanckî jî kir û di derbarê mijarê de ev tişt gotin, "Ji ber ku kurdên zaza tenê di nava sînorên tirkiyeyê de dimînin û piştî ku ev tirk komarê îlan dikin, li ser kurdan qedexeyeke, înkareke, fişareke pir tund dimeşînin û ji ber ku kurdên zaza li derên din, li perçeyên din ên Kurdistanê tune ne, wêjeya kirmanckî jî wisa di cihê xwe de maye. Lê em van salên dawîn pê dihesin ku hinek melayan bi awayekî veşarî hinek tişt nivisîne. Mesela di sala 1947an de meleyekî li Pîranê du pirtûkên biçûk nivisîne lê ew çap nebûne. Dîsa hinek meleyên din jî hinek tişt nivisîne lê ew jî belav nebûne."

    ‘TÎRÊJ KOVARA YEKEMÎN A SAFÎ BI KURDÎ YE Û NÎVÊ WÊ BI KURMANCÎ, NÎVÊ WÊ JÎ BI KIRMANCKÎ YE'

    Lêkolîner Lezgîn da zanîn ku di salên 1970yan de di warê kirmanckî de weşana kovaran dest pê kir û wisa pê de çû, "Di salên 70yan de hinek kovar derdikevin, wek kovara Tîrêj. Kovara Tîrêj di dîroka komara Tirkiyeyê yekem kovara ku safî bi kurdî ye. Nîvê wê jî bi kurmancî ye, nîvê wê jî bi kirmanckî ye. Komeke siyasî ya kurdan wê demê vê kovarê derdixin. Di wir de gelek metnên kirmanckî tên weşandin. Wek metnên wêjeya modern, ku piraniya wan jî mamoste Malmisanij nivisandine.

    ‘PIŞTÎ DERBEYA 12ê ÎLONÊ LI EWROPAYÊ XEBATÊN BAŞ ÇÊBÛN'

    Roşan Lezgîn derbirî ku bi derbeya 12ê Îlona 1980yî tehdeyeke pir mezin li ser kurdan hat meşandin û got ji ber wê yekê hinek kurd ji neçarî derketin Ewropayê û wisa behsa xebatên wan ên kirmanckî yên li wir kir, "Îcar derbeya 12ê Îlona 1980yî de çêdibe û dîsa tehdeyeke pir tund li ser kurdan tê tetbîqkirin û dîsa bêdengî çêdibe. Wê demê hinek kurd ji neçarî derdivekin derveyî Tirkiyeyê, diçin Ewropayê. Li wir, bi taybetî li Swêdê hinek xebatên baş çêbûn. Kovar derketin, rojname derketin. Kovar û rojnameyên kurmancî û kirmanckî bi hev re derketin. Di wan kovar û rojnameyan metnên kirmanckî hene. Pişt re li wir kovara Vateyê dest bi weşanê kir. Kovara Vateyê heta niha jî dewam dike. 50 hejmarên wê derketin. Hevalekî jî bi navê Vateyê weşanxaneyek jî vekir û di wê weşanxaneyê de heta niha 70-80 pirtûkên kirmanckî derketine. Dîsa me li Diyarbekirê rojnameya Newepel derxist. Ji 2011an vir ve berdewam dike û me heta niha 95 hejmar derxistiye. Dîsa 14 hejmarên kovara Şewçila derket."

    ‘NIHA DI WARÊN CIHÊ CIHÊ DE QASÎ 300 HEB PIRTÛKÊN KIRMANCKÎ HENE'

    Lezgîn di axaftina xwe de diyar kir ku niha di warê cihê cihê de qasî 300 heb pirtûkên kirmanckî hene û wisa behsa hejmara berhemên kirmanckî kir, "Ez dikarim bibêjim, tenê di warê edebî de, bi qasî 60-70 pirtûkên helbestan hene, 32 heb pirtûkên çîrokan hene, ev jî çîrokên modern in. 9 heb roman hene. Ev tenê berhemên wêjeya modern in. Lê wekî din jî gelek pirtûk hene. Mesela ferheng hene, pirtûkên gramerê hene, dîsa 6 heb mewlûdên cihê cihê hene, 4 heb pirtûkên aqaîdê (baweriyê) hene, 3 heb pirtûkên tefsîrê hene û dîsa pirtûkên wergêrê hene. Bi qasî ku ez dizanim niha di warê cihê cihê de qasî 300 heb pirtûkên kirmanckî hene."

    ‘HETA KU ZIMANÊ ME NEBE FERMÎ Û XWEDÎ STATU WÊ HER DI TALÛKÊ DE BE'

    Lezgîn di nirxandina xwe de wisa bal kişand ser metirsiya li ser zimanê kurdî: "Bi taybetî van salên dawiyê, piştî ku li Tirkiyeyê hebkî nermayî çêbû, ji salên 2000-2005an vir ve, di nava van 10 salên dawiyê de Wêjeya kirmanckî û kirmanckiya niviskî gaveke pir mezin avêt. Em bi van gavan gelekî kêfxweş in lê heta ku zimanê me nebe fermî û xwedî statu, xwendekarên perwerdehiya wê nebînin û mirovên me heta ku nikaribin nanê xwe jê newxun û debara xwe bi zimanê xwe peyda nekin, zimanê me wê her di talûkê de be."

    ‘EM DIXWAZIN LI ZANÎNGEHÊN KURDISTANA BAŞÛR BEŞEKE ZARAVAYÊN KURDÎ HEBE'

    Lêkolîner Lezgîn anî ziman ku li Ewropayê hinek kes weke zimanzan li ser kirmanckî xebitîne û got ne xebatên pir kûr in, xebatên ku feydeyeke bigihîne kurdan bi xwe, bigihîne kirmanckî bi xwe nîn in. Lezgîn li ser vê mijarê ev tişt gotin, "Van wek lînguîst, wek zimanzanên xerîb xebatekî cuzî, xebateke di ser re li ser kirmanckî kirine. Niha jî ev tên kirin, mesela li derên wek Almanyayê, wek Amerîkayê çêdibin. Dixwazin gramera wê nas bikin, bidin ber hev, xebatên wisa çêbûne. Em hez dikin li zanîngehên Kurdistana Başûr derseke, şaxeke, beşeke an jî kursiyeke zaravayên kurdî hebe û li ser hemû zaravayên kurdî, li ser lûrî, li ser hewramkî, li ser kirmanckî û kurmancî û soranî bixebitin, wan bidin ber hev lê heta niha tiştekî wisa tune ye. Mesela yên tirkan hene. Yên tirkan beşên wan ên zimanên tirkî, jê re dibêjin ‘Turkî dilleri', yên ku zaravayên wan didin ber hev hene.

    ‘XEBATÊN ARTUKLUYÊ BAŞ IN LÊ YÊN ZANÎNGEHA ÇEWLÎG Û DÊRSIMÊ NE KÛR IN, NE ZANISTÎ Û RASYONEL IN'

    Roşan Lezgîn di dewama axaftina xwe de behsa rewşa kirmanckî ya li zanîngehên Tirkiyeyê kir û ew wisa nirxandin: "Li zanîngeha Artukluyê xebatên kirmanckî çêdibin, gelek tezên kirmanckî, hema ez bi xwe dizanim 4-5 heb tezên kirmanckî qebûl bûne, ku ev ji bo me pir girîng e. Dîsa li Zanîngeha Çewlîgê jî beşa kirmanckî, xwendineke kirmanckî heye lê ji ber ku ew siyasî lê mêze dikin, dixwazin kirmanckî ji kurdî veqetînin, xebatên wan ne kûr e û xebatên wan zêde feyda xwe bigihîne ziman nîn e. ji ber ku xera dikin, wisa di ser re dixebitin an jî em bibêjin bi çavekî siyasî nêzîk dibin, xebatên wan zêde zanistî nîn in. Lê xebatên Artukluyê baş in. Dîsa li Zanîngeha Dêrsimê jî beşa kirmanckî heye. Li wir lisans jî heye, her wiha li zanîngeha Artukluyê jî li ya Çewlîgê jî beşa lîsansê ya kirmanckî heye. Beşa masterê jî heye, heta zanîngeha Çewlîgê û Mûşê bi hev re bernameya doktorayê jî vekirine. Di wir de jî kesên li ser kirmanckî doktorayê dikin hene lê wek min got xebatên wan ne kûr in, ne xebatên zanistî û rasyonel in, loma ez wisa dibînim ku feydeya xwe pir zêde ji kirmanckî re tune ye lê hebûna wan baş e. Meriv bibîne dixebitin, ew jî bibînin xebat hene baş e."

    ‘ESAS XEBATÊN KIRMANCKÎ KESÊN DERVEYÎ ZANÎNGEHAN DIKIN'

    Lezgîn bal kişand ser ku esas xebatên kirmanckî kesên ku li derveyî zanîngehan e, ew dikin û got, "Esas xebatên kirmanckî kesên ji derve de dikin. Kesên derve, kesên ji dil, ji kerema dilê xwe, kesên ku em bibêjin wek îdealîst, kurdperwer, ji ziman û miletê xwe hez dikin, esas xebatên dibin, ew dikin. Qasî 100 heb nivîskar hene ku ew ji derveyî zanîngehan in, kesên eşqa wan ji ziman û miletê wan re heye, edebiyat esas bi destê wan kesan pêş dikeve."

    ‘XEBATÊN LI RÛSYAYÊ PIŞTÎ LERCH DEWAM NEKIRIN LÊ LI DERÊN DIN XEBAT HATIN KIRIN'

    Lêkolîner Lezgîn bal kişand ser ku xebatên li Rûsyayê bi Peter Lerch dest pê kirin, dewam nekirin û got, "Tenê Peter Lerch li ser xebitiye. Ev xebat li Akademiya Ziman a Leningradê çêbûne. Pişt re xebatên ku wan bi xwe kiribin, wek zimanzan, wek lînguistik, di warê fîlolojiyê û lînguîstik de dewam nekirine. Tenê Peter Lerch kiriye. Hinek zimazanên Ewropayî ji xebatên wî sûd wergirtine."

    ‘PETER LI SER KIRMANCKÎ Û KURMANCÎ XEBITIYE Û DIBÊJE HER DU JÎ ŞAXÊN KURDÎ NE'

    Roşan Lezgîn kesên ku piştî Peter Lerchî li ser kirmanckî xebitîne rexne kir û got, "Peter Lerch tespîtên pir girîng dike. Li ser kirmanckî û kurmancî bi hev re xebitiye û dibêje her du jî du şaxên zimanê kurdî ne. Tespîtên wî rast û baş in. Pişt re jî gelek kesan kirine, hinek ji wan misyoner in, hinek jê bi teref lê nêrîne, hinek jê li ser peyvan xebitîne, yanê bi tevahî li ser sîstema ziman nexibitîne. Li Rûsyayê, wek min got ji Peter vir ve em pê nehisiyane û xebateke niviskî tune ye. Li derên din çêbûne. Li Almanya û hinek zanîngehên derên din zimanzanan xebat kirine. Wek em bibêjin Van Le Cog, Oskar Mann, Karl Haddank û van salên dawiyê jî hinek zimanzanan wekî Rojhilatnas, wekî zimanzan kurdî tesnîf kirine."

    ‘TESNÎFÊN WAN BI PROBLEM IN, BI SÎNOR IN Û KÊM IN'

    Lezgîn axaftina xwe wisa bi dawî kir, "Tesnîfên wan bi problem in, tenê li ser peyvan, yanê hinek peyvên zaravayên kurdî dane ber hev û li ser dengnasiyê çûne, yanê gotine ev deng wisa be ev ziman dikevin koma din, ev zimanê jî dikeve koma din, wisa xebat kirine. Xebatên xwe li ser sîstema ziman, li ser hemû gramatîk û fonolojiya kurdî nekirine. Xebatên wan pir bi sînor in, kêm in. Lê kesên cuda cuda xebatên wisa perçe perçe, biçûk biçûk kirine. Lê Akademiya Rûsyayê xebatên xwe berdewam nekiriye."

    Bi heman mijarî:

    'Serhildana Şêx Seîd ji bo hemû tevgerên kurdan bû sembol û referansek'
    ‘Belgenameyên darizandina Şêx Seîd amade ne lê nayên weşandin'
    Salvegera bîranîna helbestvanekî zimantûj: Şêx Riza Telebanî
    Li Îranê bi zaravaya Hewramî du pirtûkên zarokan hatin çapkirin
    Etîketan:
    kirmanckî, wêje, Akademiya Qiraliyetê ya Rûsyayê, Nivîskar û lêkolînerê kirmanckî, Peter Lerch, Mele Ehmedê Xasî, Roşan Lezgîn, Çewlik, Lice, Dêrsim, Amed, Amerîka, Almanya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de