08:04 24 Tebax 2017
Zindî
    Amed - jiyan

    Di Rewşa Awarte de bersiva herî zêde: Fikira min tune

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 46113

    Rewşa Awarte di hemû qadên civakî de bandora herî mezin li bajarên kurdan dike. Endama Bireveberiya SAMERê Yuksel Genç derbarê bandora Rewşa Awarte ji Spûtnik Kurdistan re axivî û diyar kir, di lêkolîn û xebatên anketan de ev bandor tê dîtin û diyar kir ku herî zêde bersivê "Fikira min tune" an jî "Ez naxwazim bersiv bidim" tên dayîn.

    Bandora Rewşa Awarte ya li Tirkiyeyê di gelek qadên civakî xwe nîşan dide. Li bajarê kurdan ev bandor hêj zêdetir e û di nava jiyanê de derdikeve pêş. Her wiha encamên vê bandorê di raporên şirketên lêkolînê de derdikevin holê. Yek ji wan şirketan Navenda Lêkolînên Siyasî û Civakî (SAMER) e. SAMER şirketek serbixwe û bi gelek lêkolînên xwe yên li herêmê tê zanîn. Endama Bireveberiya SAMERê Yuksel Genç di derbarê vê mijarê de ji Sputnik Kurdistan re axivî û bandora OHALê ya li ser civakê û li ser xebatên şirketên lêkolînê nirxand. Genç diyar kir ku bi ragihandina Rewşa Awarte re xebatên li qadê roj bi roj zehmet dibin û herwiha xebatên wan yên qadê jî tên astengkirin. Yuksel Gençê destnîşan kir ku encamên lêkolînan ên bi dest xistine gelekî balkêş in.

    Endama Bireveberiya SAMERê Yuksel Genç
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Endama Bireveberiya SAMERê Yuksel Genç

    'TEV LÊKOLINÊN DI NAVA GEL TÊNE ASTENGKIRIN'

    Genç di derbarê astengiyên li hemberî lêkolîn û anketan û bandora wan ya li ser gel nirxand wiha axivî: "Di demên dawî de xebatkarên me jî têne astengkirin. Di xebata anketa me ya ji bo operasyona Sûr, Rewşa Awarte û derbeyê de xebatkaren me li gelek deveren hatin astengkirin. Êdî hatiye astekê ku mafê me yên xwezayî jî tê astengkirin û tê xwestin ku hemû xebatên me bi destûrê werin meşandin. Di xebata me ya dawî de li Riha, Dêrsim, Wan, û Elihê anketorên me rastî astengiyan hatin û li hinek deran hatin desteserkirin û di derheqê wan de doz hatin vekirin. Yek ji wan Riha ye. Li Rihayê hevalên me ji hêla polîsan ve hatin girtin û ji wan re hat gotin 'Em destûrê nadin ku hûn li vir lêkolîneke siyasî çêkin. Herin li Amedê çêkin.' Divê pêvajoyê de kesên ku herdem di nava gel de ne û xebatan dimeşînin rastî astengiyan tên. Dîsa li gundekî navçeya Midyatê ya Mêrdin hevalên me ji hêla leşkeran ve hatin sekinandin û bi çekan mudaxale li wan bû."

    'BERSIVA HERÎ ZÊDE 'NÊRÎNA MI TUNE' YE'

    Genç bandora Rewşa Awarte ya li ser gel jî nirxand û diyar kir ku gel di bin zextan de dimîne û fikir û ramanên xwe bi awayekî zelal nikare bîne ziman. Genç wiha berdewam kir: "Dema gel bersiva pirsên anketan dide, em bandorê vê rewşa li ser wan dibînin. Dema bersivan bifikar in. Herwiha di xebatên me yên salekê de bersiva gel ya herî zêde 'fikirê mi tune' an jî 'ez naxwazim bersiva vê pirsê bidim'. Ev bersiv nebawerî û tirsa di nava gel nîşan dide. Di demên berê de me bersiven wiha evqasî zêde nedîtin. Hezên dewletê hem lêkolînan asteng dikin hem anketoran hem jî bandorê li ser nêrîna gel dikin. Ji ber vê yekê bersivên zelal nayên dayîn. Ji ber vê jî em bi pirsên cuda û bi nêrîna anketoran rapora lêkolînan xurt dikin.

    Genç destnîşan kir ku heger wek şirketek serbixwe lêkolîneke siyasî bê meşandin dê rastî astengiyan bê û sedema vê jî ew e ku nayê xwestin, ji bilî nêrînên erênî nêrîneke neyênî li hember hikûmetê derkeve holê.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê operasyon: 41 kes hatin binçavkirin
    Walîtiya Amedê: "Hezar û 970 karmend hatin îxraçkirin"
    Şanda Ewropa ya ku dixwaze serdana Abdullah Ocalan bike, gihîşt Amedê
    Leşkeran wesayiteke rêwiyan li ser rêya Amedê gulebaran kir
    Qeyûm ji bo şaredariya Pîran a Amedê hat tayînkirin
    Li Amedê qeyûm li şûna mixtaran hat tayînkirin
    Li navçeya Amedê teqîn: Zarokek birîndar bû
    Etîketan:
    Rewşa Awarte, Navenda Lêkolînên Siyasî û Civakî, Yuksel Genç, Midyat, Wan, Dêrsim, Riha, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de