10:29 19 Tebax 2017
Zindî
    êzidî - jin - komkujî - qetliyam

    Qeymeqamê Şingalê: Destên veşartî nahêlin êzidî bên rizgarkirin

    © REUTERS/ SERTAÇ KAYAR
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5011

    Aqûbeta 1200 êzidiyên li dema destpêka operasyona Mûsilê hatibû tesbîtkirin ku di destê DAIŞê de ne, piştî operasyonê heta niha jî diyar nebûye. Li gor qeymeqamê Şingalê daxwaz bo rizgarkirina wan hatiye kirin, lê dengê wan nehatiye bihîstin û hin destên veşartî naxwazin ew bên azadkirin.

    Li gor nûçeya BasNewsê qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl li ser 1200 revandiyên êzidî ku di destê DAIŞê de ne agahî dan û got, ‘Dema operasyona Mûsilê dest pê kir derdora 1200 revandiyên êzîdî li Mûsilê bûn, me daxwaz kir bên rizgarkirin lê kesî dengê me nebihîst.'

    Xelîl bal kişand ser ku dibe destên veşarî di wî karî de hebin ku naxwazin êzidî werin rizgarkirin û wiha domand: "Ew dest û hêzên veşartî revandiyên êzîdî dibin welatên erebî yên Kendavê bo veşartina sûcên xwe û nahêlin belgeyên jenosîda êzîdiyan bên komkirin da ku sûc û gunehên wan dernekevin. Bexda jî ti alîkariyekê nade bo rizgarkirina revandiyên êzîdî."

    Li gor agahiyan zêdetirî 3600 êzîdî di destê DAIŞê de mane û 500 xort û zarokên êzîdî jî ji aliyê DAIŞê ve hatine perwerdekirin bo karên terorîstî.

    Bi heman mijarî:

    Zerîf: Gava DAIŞê êrîşî Hewlêrê kir, tenê Îran çû bi hawara kurdan ve
    Lavrov û Stoltenberg li ser dahatuya pêwendiyên Rûsya-NATOyê axivîn
    Di çarçoveya êrîşa Wêranşarê de, 26 kes hatin desteserkirin
    Balyozxaneya DYAyê li Kabulê ji bo dengê teqînê: Tetbîqata ewlekariyê tê kirin
    Weysî: Em ê hewl bidin bi PKKê re li hev bikin daku Pêşmergeyên roj derbasî Rojava bibin
    Zerîf mezintirîn şaşiya li Sûriyeyê hatiye kirin vegot
    Etîketan:
    Revandiyên êzidî, Mûsil, Iraq, Şingal, êzidî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de