04:43 22 Hezîran 2018
Cewad Zerîf

Zerîf: Gava DAIŞê êrîşî Hewlêrê kir, tenê Îran çû bi hawara kurdan ve

© AFP 2018 / ATTA KENARE
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 85

Wezîrê Derve yê Îranê got ku gava DAIŞê êrîşî Hewlêrê kir, "Îranê li ser daxwaza birêz Barzanî, bi lezgînî çû alîkariya kurdan."

Zerîf di konferansa Ewlekariyê ya Munihê ya li Almanyayê bersiva pirsyarên Christiane Amanpour ya CNNê da.

Wezîrê îranî diyar kir ku gava DAIŞê êrîşî Herêma Kurdistanê kir, tenê Îranê alîkariya kurdan kir û ti kesî din neçû alîkariya wan.

Zerîf derbarê mijarê de wiha axivî: "Mixabin me xwe di rewşeke wiha de dît ku El Nusra û DAIŞ bi ser dikevin- ne wek rêxistin lê ji bo bibin dewlet an jî du dewlet. Em çû alîkariyê. Ev polîtîka Îranê ye. Em naneqînin û nabijêrin. Em çûn alîkariya kurdan gava hindik mabû DAIŞ Hewlêrê kontrol bike. Eger tu bixwazî, birêz Barzanî li vir e, tu dikarî jê bipirsî. Çawa wî ji Îranê xwest û got, Hewlêr di bin êrîê de ye, Îran bi lezgînî çû alîkariyê. Ti kesî din alîkariya wî nekir."

Bi heman mijarî:

Zerîf: Îran, Tirkiye û Rûsyayê agirbesta Sûriyeyê pêk anî
Çavuşoglu bi Wezîrê Derve yê Îranê Zerîf re axivî
Lavrov û Zarîf li ser hevdîtinên li Astanayê axivîn
Wezîrê Îranê Zarîf ji bo DYA: Nebe sedema gengeşiyeke nû
Lavrov û Zarîf hevdîtinek pêk anîn
'Lavrov, bi Çavuşoglu û Zarîf re li ser Helebê axivî'
Rûsya: "Lavrov sibê li Moskovayê bi Mûellîm û Zarîf re wê hevdîtinê bike"
Etîketan:
kurd, DAIŞ, El Nusra, Mihemed Cewad Zerîf, Christiane Amanpour, Munih, Îran, Hewlêr, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de