21:33 19 Tebax 2017
Zindî
    Li Wêranşar a Rihayê li ber Lojmanên Dozger û Dadgeran Teqîn çêbû

    Di çarçoveya êrîşa Wêranşarê de, 26 kes hatin desteserkirin

    © Foto: twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1911

    Waliyê Rihayê Gungor Azim Tuna got ku êrîşa Wêranşarê ya du kesan tê de jiyana xwe ji dest da û 15 kes birîndar bûn, ji aliyê PKKê ve hatiye kirin û di çarçoveya lêpirsînê de 26 gumanbar hatine desteserkirin.

    Tuna ragihand ku piştÎ teqîna duh a li taxa Yenişehirê, lêpirsîn hatiye destpêkirin.

    Li gorî daxuyaniya walî, navgîna bombebarkirî ji navçeya Dêrikê ya Merdînê hatiye û got ku ew wiha dinirxînin ku ev êrîş ji aliyê PKKê ve hatiye kirin û di çarçoveya lêpirsînê de 26 gumanbar hatine girtin.

    Derbarê avahî û xaniyên ziyan li wan bûye de jî, Tuna got ku welatî dikarin serî li Komisyona Tesbîta Wêraniyê ya Qeymeqamê Wêranşarê bikin.

    Plaka navgîna di êrîşê de hatiye bikaranîn nehat eşkerekirin û hat ragihandin ku tonek zibil, gliserîn û perçeyên metal ku bi TNTyê hatine xurtkirin di teqînê de hatine bikaranîn.

    Bi heman mijarî:

    Hevşaredarê Wêranşarê Cin hate desteserkirin
    Wezîrê Dadê yê Tirkiyê derbarê êrîşa Rihayê de daxuyanî da
    Walitiya Rihayê hemû meş û xwepêşandanan qedexe kirin
    Li Rihayê kesek ji 'heqareta serokomar' hat girtin
    Li Rihayê jîjoyên cinsê wan ber bi tunebûnê ve diçe hatin dîtin
    Li Rihayê qeza: 4 kes mirin
    Li Rihayê 18 kes ji ber parvekirinên medyaya civakî hatin girtin
    Li Rihayê qezaya zincîrî: 2 jê giran 23 birîndar
    Etîketan:
    PKK, Mêrdîn, Dêrik, Wêranşar, Riha
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de