02:12 21 Tebax 2017
Zindî
    Hêzên Pêşmerge 25 kîlometreyan li nêzîkî Başîqayê

    Weysî: Em ê hewl bidin bi PKKê re li hev bikin daku Pêşmergeyên roj derbasî Rojava bibin

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 24735

    Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Zêrevan Ezîz Weysî ragihand ku Hêzên Pêşmergeyên Roj dê di demeke kurt de derbasî nav axa Rojvayê bibin lê ew ê hewl bidin ku ev tişt bi rêkefinekê li gel PKKê pêk were.

    Weysî bi daxuyaniyekê ji televizyona Kurdistan24ê re ragihand, derbasbûna hêzên Pêşmergeyên Rojavayê nêzîk bûye û dê çûna wan bi riya Hevpeymaniya Navdewletî be.

    Herwiha Ezîz Weysî got,  pêwîst e PKK rê bide Pêşmergeyên Rojava yên ku niha bi ser ENKSê ve ne, daku welatê xwe biparêzin ji ber ku ew ji xelkê Rojava ne û divê xaka xwe biparêzin.

    "BI DERBASBÛNA PÊŞMERGEYÊN ROJ, GEFA TRIKIYEYÊ JÎ DÊ NEMÎNE"

    Ji aliyê din ve, fermandarê zêrevan diyar kir ku çûna Pêşmergeyên Roj bo Rojava dê bibe sedem ku gefên Tirkiyeyê jî nemînin ji ber Tirkiye beşek ji hevpeymana navdewletÎ ye û ew ê hêzên pêşmerge wek hevbendekî ji xwe re bibîne.

    Herwiha Weysî got, Tirkiye beşek e ji Hevpeymaniya Navdewletî û NATOyê û Pêşmergeyên Rojava jî dê di bin serpiriştiyariya Hevpeymana Navdewletî de derbas bibin û Tirkiye jî dê alîkar be.

    Bi heman mijarî:

    NCT: PKK bo ewlehiya Swêdê ne metirsî ye
    Berdevkê Koalîsyonê: Ti ferqa PKK ya Şingalê û DAIŞa Mûsilê nîne
    Amerîka: PKK ji bo herêmê û Tirkiyê xeterbûna xwe didomîne
    Rûsya: Em PKK û YPGê wek terorîst nabînin
    Aldar Xelîl: Em derbasbûna Pêşmergeyên Roj ji bo Rojava napejirînin
    PDK-S: Dê Pêşmergeyên Roj li demeke nêzîk derbasî Rojava bibin
    4 pêşmergeyên Roj jiyana xwe ji dest da
    PSKê êrîşa Hesekê şermezar kir û bangî PYDê kir: Li pêşiya Pêşmergeyên Roj nebin asteng
    PDK Bakur bangî PYDê kir: Bila Pêşmergeyên Roj derbas bibin
    Etîketan:
    Pêşmergeyên roj, PKK, Ezîz Weysî, Tirkiye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de