06:19 24 Hezîran 2018
Muhemed Cewad Zerîf

Zerîf mezintirîn şaşiya li Sûriyeyê hatiye kirin vegot

© AFP 2018 / Fabrice Coffrini
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Wezîrê Derve yê Îranê diyar kir ku mezintirîn şaşiya li Sûriyeyê hat kirin, çekdarkirina komên terorîst e ku ne tenê Sûriyeyê lê tevahiya cîhanê tehdîd dike.

Zerîf di konferansa Ewlekariyê ya Munihê ya li Almanyayê bersiva pirsyarên Christiane Amanpour ya CNNê da. Wezîrê îranî diyar kir ku aliyên çek dan DAIŞê, heman alî bû yê ku çek dan dijberiya li Sûriyeyê jî û wiha pê de çû: "Li Sûriyeyê komek hebû ku ji aliyê gêzên derveyî dihat biçekkirin û fînansekirin. Di serî de şaşî çêbûn lê şaşiya herî xerab ku tenê ne Sûriyeyê, lê tevahiya cîhanê tehdîd dike, biçekkirina komeke terorîst bû."

Herwiha Zerîf eşkere kir ku mebesta wî ji wan hêzên derveyî, DYA û hevbendên wê ne û serokê Iraqê yê bidarvekirî Sedam Hisên wek mînak destnîşan kir û teqez kir ku ev 38 sal in, şêwaza van reftaran berdewam dike lewra divê kesên li aliyê rast, neyên tawanbarkirin.

​Derbarê îdiaya ku dibêjin DYA dê hêzên bejayî bişîne Sûriyeyê de, Zerîf wiha got: Ez wiha bawer dikim ku hebûna leşkerên biyanî li ser erdên ereban li gel nexwestina gel û hikûmetan, dê rêyekê veke ku demagog û tundrew di şerên nû de yên di nav ciwanan de bi ser kevin.

Ji aliyê din ve, Zerîf teqez kir ku rêkeftina îmhakirina çekên kîmyewî li Sûriyeyê, ti gavên jinavbirina stokên di destê DAIŞê de nahewînin û wiha pê de çû: "Mixabin, hêmaneke gelekî giring ji vê rêkeftina navneteweyî kêm e: Îmhakirina çekên kîmyewî yên DAIŞê."

Bi heman mijarî:

Çavuşoglu bi Wezîrê Derve yê Îranê Zerîf re axivî
Wezîrê Îranê Zarîf ji bo DYA: Nebe sedema gengeşiyeke nû
Lavrov û Zarîf li ser hevdîtinên li Astanayê axivîn
'Lavrov, bi Çavuşoglu û Zarîf re li ser Helebê axivî'
Çavuşoglu wê li Moskowê bi Lavrov û Zarîf re were ba hev
Rûsya: "Lavrov sibê li Moskovayê bi Mûellîm û Zarîf re wê hevdîtinê bike"
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf serdana Tirkiyeyê kir
Wezîrê Îranê Cewad Zarîf diçe Amerîkayê
Etîketan:
DAIŞ, Mihemed Cewad Zerîf, Iraq, DYA, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de