11:01 20 Tebax 2017
Zindî
    ALA HDPÊ-hdp

    HDPê ji bo Baluken û Encu daxuyaniyek da

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4930

    Piştî biryara girtina Parlemnterê HDPê Ferhat Encu û ya zeftkirina Idris Baluken, HDPê daxuyaniyeke bi navê "Desthilata siyasî û dozger fişarên li dadgehan dikin" belav kir.

    Duh piştî du rojan ji berdana Parlementerê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu dîsa hat girtin û biryara zeftkirina Parlementerê HDPê yê Amedê Idris Baluken hat derxistin. HDPê derbarê van biryaran de daxuyaniyek da. Dauxuyanî wiha:

    Biryarên girtin û zeftkirinê yên careke din derheqê Parlementerê Amedê Idris Baluken û yê Şirnexê Ferhat Encu yên berî çend rojan bi biryara dadgehê hatibûn berdan, ji binî ve nehiqûqî ne û bi fişar û hîleyên desthilata siyasî hatine derxistin. Ev biryar bi mewzuatên wiha hatine derxsitin ku yên CMK(Qanûnên Dadgeha Sizayê), Destûra Bingehîn û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê(PMME) bin pê dikin.

    Dozgerên desthilata siyasî, bê ku guh bidin peymanên navneteweyî û destûra bingehîn û tenê li gorî viyan û bi piştgiriya hikûmetê, biryarên ne-qanûnî bi dadgehan didin dayîn.

    ​Birêz Idris Baluken di rûniştina xwe ya yekem a 30ê Rêbendana 2017an de, piştî danîna qedexeya derketina derveyî welatî û destnîşankirina biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Balbayî hat tahliyekirin.

    "Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Balbayî destnîşan dike ku xebatên qanûndanînê yên parlementeran nayên astengkirin. Li gorî vê biryara emsalê, ji aliyê hiqûqî ve divê Hevserokên me û hemû parlementerên me yên di girtîgehê de bên berdan.

    "BIRYAR BÊHIQÛQÎ NE"

    Biryara berdana Balukenî ya tarîxa 30ê Rêbendana 2017an e. Îtîraza biryara tahliyekirinê ji nav bibe, di roja 16emîn de hatiye kirin, anku piştî isûlê bi rojekê biryar hatiye hatiye dan. Ev biryar ' di hukimê nebûnê' de ye.

    Tahliyekirina palrmenterê me yê Şirnexê Ferhat Encu jî li gorî biryara Dadgeha Bingehîn a Balbayî û ya birêz Idris Balukenî hatiye dayîn. Lewra biryara girtina Ferhat  Encu jî ji binî ve bêhiqûqî ye."

    Di dawiyê de HDPê bangî saziyên darizandinê û desthilata siyasî kir daku li gorî biryarên emsalê yên Peymanên Navneteweyî û Dadgeha Destûra Bingehîn û îctîhadan tevbigerin.

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê gelek rêveber û endamên HDP û DBPê hatin desteserkirin
    Yildirim: Ji bo ku HDP dibêje 'na', em dibêjin 'erê'
    Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş: HDP bo Tirkiyeyê şansek bû
    HDP ji bo referandûmê li dijî 'NA'ya CHPê derdikeve
    HDP ji hevdîtinên Destûra Bingehîn vekişiya!
    AKP, CHP, HDP û MHPê li Parlamenê êrîşa Îzmîrê şermezar kir
    HDP qetlîama Roboskiyê bibîr anî
    Etîketan:
    Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, Idris Baluken, Ferhat Encu, Amed, Şirnex, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de