10:56 20 Tebax 2017
Zindî
    Sûriye

    Rûsya: Binpêkirinên agirbestê yên Tirkiyê tesbît kirine piştrast nebûne

    © REUTERS/ Omar Sanadiki
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1610

    Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku di nav 24 demjimêran de Moskowê 4, Tirkiyê jî 8 binpêkirinên agirbestê li Sûriyê tesbît kirine ku her 8 binpêkirinên Tirkiyê tesbît kirine nehatine piştrastkirin.

    Di daxuyaniya malpera Wezareta Berevaniya Rûsyayê de hat gotin ku ji aliyê Komîsyona Hevbeş a Rûs-Tirk ve di nav 24 demjimêran de li herêma Laziqiyê 4 binpêkirinên agirbestê, li Dera 4, Şam 1 û Helebê jî 3 binpêkirin hatine tesbîtkirin.

    Di berdewamê de hat gotin, her 8 binpêkirinên beşa Tirkiyê ya komîsyonê ragihandine jî nehatine piştrastkirin.

    Herwiha hat eşkerekirin ku 8 herêmên din beşdarî agirbestê bûne ku hejmara nîştîngehên beşdarî vê prosesê bûne gihîştiye 1259an.
    Li gor daxuyaniyê di hejmara komên beşdarên agirbestê de guherîn çênebûye, ji serê salê ve 51 nîştîngehên din ketine kontrola artêşa Sûriyê û di nav 24 demjimêrên dawî de jî qadeke 33 kîlometrî ji aliyê artêşa Sûriyê ve hatiye kontrolkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Em ê endamên NATOyê li dijî êrîşên Rûsyayê biparêzin
    Soylu: Ev demeke dirêje peqîn meqîn çênabin
    BBC, berî Şampiyoniya FIFA ya 2018an a Dinyayê, holîganên Rûsî bi xeterî nîşan dide
    Trump dirûşma vegera kompaniyan bo Amerîkayê eşkere kir
    Etîketan:
    Agirbesta Sûriyê, Tirkiye, Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de