04:00 22 Îlon 2017
Zindî
    Li Wêranşar a Rihayê li ber Lojmanên Dozger û Dadgeran Teqîn çêbû

    Walîyê Rihayê: Di êrîşê de zarokek mir, 15 kes birîndar bûn

    © Foto: twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    111311

    Li navçeya Wêranşar a Rihayê li nêzî lojmanên dadger û dozgeran otomobîleke bombebarkirî hat teqandin.

    Teqîn li Taxa Yenîşehîr li nêzî lojmanên dadger û dozgeran pêk hat. Hat ragihandin bi otomobîleke bombebarkirî êrîş hatiye kirin.

    Piştî teqînê gelek polîs û tîmên hawarçûnê bo cihê bûyerê hatin şandin.

    ZAROKEKÎ 3 SALÎ CAN DA, 15 KES BIRÎNDAR BÛN

    Derbarê hejmara mirî û birîndaran de daxuyaniya fermî ji aliyê waliyê Rihayê Gungor Azîm Tuna ve hat dayîn.

    Tuna da xuyakirin ku teqîn di encama êrîşeke wesayîteke bombebarkirî de rû daye û zarorekî 3 salî can daye, bi tevahî 15 kes birîndar bûne.

    'WESAYÎT JI DÛR VE HAT TEQANDIN'

    Tuna derbarê teqînê de diyar kir ku ciwanekî 18-20 salî wesayîteke bombebarkirî li ber lojmanên dozgeran park kir û piştre jî ew ew wesayîta bombebarkirî ji dûr ve teqand.

    Walî da zanîn ku di lojmanan de xisareke mezin çêbûye, di bûyerê de kurê katibê zabit ê 3 salî can daye û 15 kesên birînên wan ne xedar in hene ku tedawiya wan li nexweşxaneyan didome.

    ​Cihê bûyerê piştî teqînê ji bo ewlekariyê hat dorpêçandin.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de