07:00 22 Sibat 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdoğan

    Erdogan: Piştî Babê hedef Minbic û Reqqa ye

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9624

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Erebîstana Siûdî da xuyakirin ku piştî paqijkirina El Babê ew ê berê xwe bidin Minbicê û got, ‘Me ji Amerîkiyan re got ku li wir YPG/PYD heye, lê heta niha nehat paqijkirin. Divê em wê derê paqij bikin.’

    Serokomarê Tirkiyê di hevpeyvîna xwe ya bi televizyona El Arabiyayê re de, li ser gelek mijarên têkildarê rewşa Sûriyê nirxandin kirin.

    Erdogan ji Erebîstana Siûdî û welatên Kendavê piştgiriyeke zêdetir bo çareserkirina krîza Sûriyê û penaberan xwest. Erdogan herwiha da zanîn ku nabe wekî berê bi Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad pêwendî were pêşxistin.

    'ME JI TRUMP RE JÎ GOT EM Ê BI HEV RE REQQAYÊ PAQIJ BIKIN'

    Erdogan behsa hûrgiliyên operasyona Mertala Firatê kir û got, ‘Piştî El Bab hat paqijkirin hedef Minbic e. Lewra ew der cihê ereban e. Li wir YPG û PYD heye, divê wê derê vala bikin. Me ev ji Amerîkîyan re jî got; ji me re gotin vala dibe, tê valakirin. Lê mixabin nehat valakirin. Niha divê ew der were valakirin û bo birayên me yên ereb were radestikirin. Hedefa piştî wê jî Reqqa ye. Min ji hevalbendên xwe û Donald Trump re jî gotiye ku em ê bi hev re Reqqayê ji DAIŞê paqij bikin û radestî birayên xwe yên ereb bikin.'

    'PYD NIKARE GAVEKE ŞAŞ BAVÊJE'

    Serokomarê Tirkiyê di hevpeyvînê de bal kişand ser ku ew dê nehêlin li Sûriyê dewleteke Kurdî were avakirin û wiha pê de çû: "Rêxistinên terorê, di serî de jî PYDya duvikê PKKê Bakurê Sûriyê ji xwe re wek qadeke avakirina dewletê dibînin. Ev ji aliyê me ve nayê qebûlkirin. Me roja roj ev got. Me got ku em ê ti carî destûrê nedin li bakurê Sûriyê dewletek were avakirin. Me got ku her çi gava şaş bê avêtin, dê me li ber xwe bibîne û bedelê wê giran be. Niha PYD nikare gaveke wiha bavêje, dê navêje jî."

    Bi heman mijarî:

    Balafirên tirk herêmên Qendîl û Metînayê bombebaran dikin
    Tirkiye bû endama rêxistineke din a Îslamî
    Caferî: Heta Tirkiye dawî li dagirkeriya Sûriyê neyîne em pêwendiyê nakin
    Parlamentarê HDPê Ferhat Encu dîsa hat girtin
    Sererekanê Tirkiye û DYAyê hatin ba hev
    Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê jî beşdarî operasyona Reqqayê dibe
    Etîketan:
    Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de