07:01 22 Sibat 2017
Zindî
    ferhat encu

    Parlamentarê HDPê Ferhat Encu dîsa hat girtin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2020

    Parlamenterê Şirnexê yê HDPê Ferhat Encu ku hatibû tehliyekirin, bi biryara Dadgeha Cezayê Giran a 1emîn piştî 2 rojan dîsa hat girtin.

    Parlamentarê HDPê Ferhat Encu bi daxwaza 22 sal sizayê zindanê ku 4ê Mijdara 2016an hatibû girtin û piştre ji aliyê dadgehên Amed û û Şirnexê ve 15ê Sibatê hatibû berdan, dîsa hat girtin.

    Encu ku piştî tehliyeya xwe ji girtîgeha Kocaeliyê diçû Şirnexê li Balafirgeha Şerafettîn Elçî ya Şirnexê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

    Hat ragihandin ku sedema binçavkirina Encu li ser îtiraza dozger a berdana ji girtîgehê pêk hatiye.

    Encu piştî derket pêşberî Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê ya 1emîn ji nû ve biryara girtina wî hat dayîn.

     

    Bi heman mijarî:

    Caferî: Heta Tirkiye dawî li dagirkeriya Sûriyê neyîne em pêwendiyê nakin
    Sererekanê Tirkiye û DYAyê hatin ba hev
    Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê jî beşdarî operasyona Reqqayê dibe
    Dumayê bertek da biryara NATOyê
    Li Sahalînê komek DAIŞî hatin desteserkirin
    Barzanî bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re civiya
    Etîketan:
    Ferhat Encu, HDP, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de