21:37 22 Hezîran 2017
Zindî
    HSD - Hêzên Sûriyeya Demokratîk

    'HSD Reqqayê bistîne, ne Tirkiye'

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 23380

    General Rupert Jones, cîgirê fermandarê Brîtanyayê di nav Hevpeymana li dijî DAIŞê de got, bi ihtimaleke mezin, HSDê ya ku YPGê pêşengiya wê dike dê bajarê Reqqayê ji destê DAIŞê derxîne, ne komên Tirkiye pêşengiya wan dike ku niha li El Babê şer dikin.

    Jones wiha got: "Hêza ku herî zêde dikare bajarê Reqqayê rizgar bike, hîn jî HSD ye. Em bi HSDê bawer in? Teqez, em pê bawer in. Me ruhê wan ê şerî dît û me dît bê dikarin çi bikin. Wan bajarê Minbicê stend li gel ku şerekî dijwar li wir hebû û berxwedaneke gelekî xurt jî hebû."

    HSD
    © REUTERS/ Rodi Said
    Herwiha generalî wiha dewam kir: Me hertim teqez kiriye ku em ê bi hevkarên xwe re gotûbêjê bikin bê herî baş kî dikare bajarê Reqqayê rizgar bike. Em ê wê bikin û em ê wan nîqaşan bikin."

    Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hefteya borî ragihandibû ku piştî kontrolkirina El Babê, hêzên Operasyona Mertala Firatê ya Tirkiye serkêşiya wan dike, dê berê xwe bidin bajarên Minbic û Reqqayê.

    Ji aliyê din ve, Jones wiha got: "Em û birêveberiya DYAyê û CIAyê re li ser van mijaran bi hev dişêwirin û em ê li gorî helwesta xwe geşepêdanan bişopînin."

    "BEŞDARBÛNA YPGÊ, BIRYARA HSDÊ BI XWE YE"

    Hêjayî gotinê ku Sererkanê Giştî yê Amerîkayê Joseph Dunford îro gihiştiye Tirkiyeyê û dê payîn ku li gel Sererkanê Tirkiyeyê Hulusi Aksar li baregeha leşkerî ya Incirlikê bicive.

    Ji aliyê din ve, Generalê Rupert Jones gelekî pesnê bibandoriya hêzên HSDê da û wiha got: "Me wek hevpeymanê her gotiye ku HSD(ya YPG serkêşiya wê dike) li gel ereban dê ji bo îzolekirina Reqqayê şer bikr û ew jî vî karî wek wan gotiye dikin û bi karîgerî dikin".

    Jones axiftina xwe wiha dewam kir: "Ew neyarî(DAIŞ) bi paş de didehfînin, şiyana neyarî têk dibin û wek em axivîne, nêzîkî bajarê Reqqayê dibin, eynen wek ji me re gotibûn".

    "NE HEMÛ LÊ PIRANIYA ŞERVANÊN XEZEBA FIRATÊ EREB IN"

    Derbarê beşdarbûna YPGê di operasyonê de, Jones diyar kir ku ew biryar a HSDê ye û wiha pê de çû: "Piraniya hêzên operasyona Reqqayê bi rê ve dibin, ereb in. Lê ez dibêjim piraniya wan ne hemû. Ya rast ereb û kurd bi hevgirî tevdigerin û texmîna min gava HSD êrîşî Reqqayê bike jî, ew dê wiha bikin."

    Li gorî daxuyaniyên HSDê, nêzîkî 70% ji şervanên beşdarî operasyona Xezeba Firatê ya îzolekirina Reqqayê bûne, ereb in. Jonesî axiftina xwe wiha dewam kir: "Ew dê bi hevgirî bi hev re bixebitin lê dîsa piraniya şervanan dê ereb bin û hevpeyman dê piştgiriyê bide wan."

    Ji roja 5ê Mijdarê ve ku operasyona Reqqayê tê de dest pê kiriye, HSD 3.900 metreyên çargoşeyê zeft kirine.

    Bi heman mijarî:

    HSD: Alîkariya rêveberiya Trump wê berdewam bike
    HSD û Caferî ji bo federasyonê devjeniyê dikin
    HSD: Em nehatin vexwendin bo Astanayê, em jî dê biryarên wê qebûl nekin
    HSD: Em ê biryarên civînên Astanayê qebûl nekin
    HSD: "196 gund rizgarbûn û 650 terorîst hatin kuştin"
    HSD: Em ne beşekî PKKê ne
    HSD: Hevpeymana Navdewletî çekên pêşketî dane me
    HSD: Em amadekariya qonaxa duyem ji bo operasyona ‘Xezeba Firatê' dikin
    Etîketan:
    DAIŞ, ypg, hsd, Rupert Jones, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de