05:51 21 Cotmeh 2017
Zindî
    İdris Baluken

    Dadgehê biryara zeftkirina Baluken da

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6903

    Piştî ku Serdozgerê Komarê itîraz li ser berdana Parlemnterê HDPê Idris Balukenî kir, Dadgeha Sizaya Giran a 8emîn a Amedê biryara zeftkirina Balukenî da.

    Parlamenterê HDPê yê Çewlikê Idris Baluken di 30ê Rêbendanêde ji doza ku jê dihate darizandin hatibû berdan.

    Li gorî agahiyan, Baluken ji ber nexweşiyekê ji pişta xwe ve emeliyat bûye.

    IDRIS BALUKEN KÎ YE?

    Di 2ê Tîrmeha 1976an de li Çewlikê hatiye dinê. Navê bavê wî Mehmet Sait û yê diya wî Hacere ye. Li Zanîngeha Enqereyê Fakulteya Tipê qedandiye û weke doktorê pispor kar kiriye. Li Çewlikê li nexweşxaneya Dewletê û li Amedê li Nexweşxaneya Nexweşiyên Sîngê kar kiriye. Li Amedê di Komeleya Toraksê, Yekîtiya Doktorên Tirk (TTB) û Sendîkaya Kedkarên Xizmetê ya Sosyal (SES) de weke rêveber kar kiriye.

    Di dema 24emîn de weke parlamenterê Çewlikê hate hilbijartin. Herwiha di hilbijartinên 7ê Hezîranê û 1ê Mijdarê de jî li ser navê HDPê hate hilbijartin û weke Wekîlê Serokê Koma HDPê wezîfe dikir. Baluken bi kurdî, tirkî û ingilîzî dizane û bavê 2 zarokan e.

     

    Bi heman mijarî:

    Merkel di serdana Tirkiyeyê de dixwaze Baluken jî bibîne
    Idris Baluken piştî ji girtîgehê derket daxuyanî da
    Parêzer Yalçindag: Biryara Baluken ji bo hemû parlamenteran derbas dibe
    Parlamenterê HDPê Idris Baluken hat berdan
    Baluken: Li Melazgirê ti şer bi Alparslan re çênebûye
    Ji bo Îdris Baluken cezaya muebet a girankirî hat xwestin
    Li Demirtaş, Baluken û Tanrikulu doza Hurşît Kulter hat vekirin
    Etîketan:
    HDP, Mehmet Sait, Idris Baluken, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de