14:52 21 Cotmeh 2017
Zindî
    HSD-şervanên hsdê

    Eşîrek din a Reqqayê piştgiriya xwe ya bo HSDê eşkere kir

    © Sputnik/ Hîkmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7710

    Eşîra bi navê El Fedan a li Reqqayê piştgiriya xwe ya bo şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) yên operasyona Pêngava Firatê birêve dibin eşkere kir.

    Eşîrê li bi rêya merasîmeke ku gelek şervanên Xezeba Firatê jî lê amade bûn, bi rêya rûsipiyên xwe piştgiriya xwe ya bo HSDê ên ku  operasyona rizgarkirina Reqqayê birêve dibin eşkere kir.

    ‘SÛRIYE DEMOKRAT Û AZAD BIBE, EM Ê BI HEVRE BIJÎN'

    Serokê Êla El-Fedan Mihêbis El-Belas di dema merasîmê de daxuyaniyek da û spasiya şervanên HSDê kir û wiha pê de çû: ‘ Em derçûna we pîroz dikin û em bi we kêfxweş in û bawer in ku hûn riya rizgarkirinê bidomînin; rizgarkirina her bostekê ji xaka me ya giran buha ji destê sitemkar û dagirkeran û careke din ewlekarî û aştî li tevahiya Sûriyê vegere. Herwiha  Sûriye azad û demokratîk bibe û em bi biratî bi hev re bijîn".

    SOZA RIZGARKIRINÊ….

    Piştî daxuyaniya serokê eşîrê,  Fermandarê Tugeya Ehrar Reqqa Ebû Ewd El-Hozî yê di bin sîwana HSDê de tevdigere careke din soza rizgarkirina bajarê Reqqayê û Sûriyê bi tevahî ji terorîstên DAIŞê da.

    Bi heman mijarî:

    Xezeba Firatê ji bo Qonaxa Sêyem a kontrolkirina Reqqayê daxuyaniyek da
    HSD 9 km nêzîkî Reqqayê ye
    Gundekî li Reqqayê ku baregeha DAIŞê bû, hate rizgarkirin
    Gundek din ê Reqqayê hat kontrolkirin
    Etîketan:
    eşkerekirin, piştigirî, êrşîrên li reqqayê, reqqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de