12:38 20 Mijdar 2017
Zindî
    Walîtiya Amedê

    Walîtiya Amedê: "Hezar û 970 karmend hatin îxraçkirin"

    © Foto: Walîtiya Amedê
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3630

    Li gorî daxuyaniya Walîtiya Amedê di çarçoveya lêpirsîna FETO/PDYê de li Amedê derheqê 4 hezar û 158 kesan de lekolîn hat kirin û ji wan hezar û 970 kes hatin îxraçkirin.

    Walîtiya Amedê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di xebatên saziyên gelemperî yên di çarçoveya lêpirsîna FETO/PDYê de berdewam in. Di encama lêkolînê de hezar û 970 kesên ku bi FETO re têkildar bûn ji saziyên gelemperî hatin îxraçkirin.

    Walîtiyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "299 kes îadeyî wezîfê hatin kirin û niha derheqê 675 kesî de jî lêkolînên îdarî deam dikin. Bi tevahî derheqê 2 hezar û 944 kesî de lêkolîna îdarî hat kirin û ji wan derheqê hezar û 214 kesî de karê adlî hat kirin û di encamê de 556 kes hatin girtin. 429 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. Hêjî 70 kes fîrarî ne û vekolîna derbarê wan de didome."

    Bi heman mijarî:

    Walîtiya Amedê ji bo Kişanak û Anli daxuyanî da
    Walîtiya Amedê dibistana kurdî girt
    Li dijî Walîtiya Amedê êriş: Polêsek birîndar bû
    Walîtiya Amedê biryara qedexeya çalakiyan da
    Walîtiya Amedê klîpa nîjadperest bi rêya medyaya civakî dîtiye
    Etîketan:
    FETO/PDYê, Daxuyaniya Walîtiya Amedê, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de