15:10 28 Gulan 2017
Zindî
    Kazakistan - Astana

    Sputnikê belge ya ku Rûsya, Tirkiye û Îranê li Astana-2yê qebûl kir, bi dest xist

    © Sputnik/ Alexandr Kryazhev
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    18421

    Sputnikê belge ya ku li bajarê Astana yê paytexta Kazakistanê di civîna hevdîtinên Sûriyeyê de hat qebûlkirin, bi dest xist.

    Di belgeyê de tê diyarkirin ku Rûsya, Tirkiye û Îran ji bo şopandin û sepandina agirbesta li Sûriyeyê biryar girtine ku li Sûriyeyê hêzeke peywirê were damezirîne.

    Li gorî belgeyê ev hêza peywirê wê di çarçoveya mekanizmaya sêalî ya ku di hevdîtinên pêşîn ên li Astanayê de were damezirandin û peywirên vê hêzê wisa tê rêzkirin: Astengkirina provokasyonan, diyarkirina qayideyên agirbestê û cudakirina mixalîfên çekdar ji DAIŞ û Fetih El Şamê.

    Di belgeyê de tê gotin ku pisporên NY jî dikarin beşdarî vê hêza peywirê ya şopandina agirbestê bibin. Her wiha tê destnîşankirin ku Rûsya, Tirkiye û Îran di warê binpêkirina agirbestê de wê NY her tim agahdar bikin.

    Dîsa di belgeyê de tê derbirîn ku her sê dewlet jî wê bi rêkûpêk hevdîtinan pêk bînin û wê di van hevdîtinana de binpêkirinên agirbesta li Sûriyeyê diyar bikin û li dijî wan bergiriyên pêwîst bigirin.

    Ligel vê yekê wê di van hevdîtinan de ji bo serbestberdana girtiyên li Sûriyeyê û pevguhertina dîlan jî hewil were dayîn.

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Tillerson got, DYA amade ye piştgiriyê bide civînên Astanayê
    Pêvajoya hevdîtinên Astanayê bi rêya vîdeo-konferansê tê nirxandin
    Serokên şanda Rûsya û Îranê yên li Astanayê li hev civiyan
    Dîplomatê tirk: Washington niha nikare alîkariyek mezin di pêvajoya Astanayê de bike
    Rûsya: Beşek ji şandeya Tirkiyê sibe tê Astanayê
    Sûriye: Tirkiye û muxalîfên çekdar bo Astanayê ne cidî ne
    Etîketan:
    bidestxistin, belge, Sputnik, NY, Astana, Kazakistan, Sûriye, Tirkiye, Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de