12:00 18 Tebax 2017
Zindî
    Dadgeh

    Biryara berdana Deniz Naki hat xerakirin û ew ê ji nû ve were darizandin

    © Flickr/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    12621

    Biryara beraetê ya ku ji ber sûcê ‘propagandaya rêxistinê' di derbarê futbolîstê Tîma Amedsporê Deniz Naki de hatibû dayîn, li ser îtiraza dozger ji aliyê Dadgeha Dîlokê ve hat xerakirin. Ji ber vê yekê Deniz Naki wê di rojên pêş de ji nû ve were darizandin.

    Futbolîstê Tîma Amedê Deniz Naki yê ku Dadgeha Sizaya Giran a Amedê di derbarê wî de bi îdiaya li ser medyaya civakî ‘propagandaya rêxistinê kiriye' doz vekiribû û heta 5 salan sizaya girtîgehê jê re xwestibû, di 8ê Mijdara 2016an de di danişîna pêşin de hatibû berdan. Piştî eşkerebûna biryarê dozgerekî li Amedê serî li Dadgeha Herêmî ya Dîlokê da û itiraza vê biryarê kir.

    Dozger di daxwaznameya xwe ya îtirazê de îdia kir ku li ser hesabê medyaya civakî yê Naki parvekirinên ku ‘rêbazên tundrew û gefxwarinê yên rêxistinên rewa nîşan didin, pesna wan rêbazan didin û wan teşwîq dikin' hene û got biryara dadgehê ya di derbarê bersûc de dijberî yaseyê ye û xwest ku biryar were xerakirin.

    Li ser vê yekê Dadgeha Herêmê ya Dîlokê ev serlêdana dozger qebûl kir û biryara beraetê ya di derbarê Naki de xera kir. Dadgehê ji bo ku Naki ji nû ve were darizandin dosye şand dadgeha herêmî ya Amedê.

    Tê payîn ku darizandina Deniz Naki di rojên pêş de ji nû ve were destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo futbolîst Deniz Naki 5 sal cezayê girtîgehê hate xwestin
    Cezayê Deniz Naki yê tîma Amedsporê birin DMMEê
    Etîketan:
    xerakirin, biryar, Dadgeha Herêmê ya Dîlokê, Futbolîstê Amedsporê, Deniz Naki, Dîlok, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de