20:03 25 Îlon 2017
Zindî
    Hasan Nasrallah

    Nasrallah Îsraîl tehdîd kir: "Reaktora nûkleerî vekin, an em ê êriş bikin"

    © AP Photo/ Hussein Malla
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2211

    Serokê rêxistina Hizbullahê Hasan Nasrallah Îsraîl tehdîd kir û ragihand ku ew dikarin êrişî santrala nûkleerî ya Dîmonayê bikin.

    Herwiha Serokê Hizbullahê Nasrallah di şîroveya xwe ya hevdîtina Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re de jî got: "Ev hevdîtin nîşaneya mirina pêvajoya aştî ya navbera Îsraîl û Filistînê ye."

    DIVÊ ÎSRAÎL ME CIDÎ BIGIRE

    Nasrallah careke din di weşana zindî ya televîzyonê de bangî hevalbendên xwe kir. Nasrallah di axaftina xwe de Îsraîl tehdîd kir û got: "Berê jî ji bo tanka amonyak a bajarê Hayfayê me Îsraîl hişyar kiribû. Lê niha ez ne tenê valakirina tanka amonyakê dikim, divê Îsraîl reaktora nûkleerî ya bajarê Dîmonayê ji hev derxe. Divê îsraîlî di mijara tehdîd û qepasîteya me de cidî bin û çalakiyên me biaxivin."

    Serokê Hizbullahê hevdîtina Serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu û Serokê Amerîkayê Donald Trump rexne kir û got: "Tiştên ku ji hevdîtina Netanyahu û Trump derketin tê vê wateyê ku êdî aştiya navbera Îsraîl û Filistînê miriye û ev bi zimanê nîv fermî hat îlankirin."

    Bi heman mijarî:

    Nasrallah: "Hizbullah wê ji hebûna evdalê li Qesra Spî îstîfade bike"
    Nasrallah: ‘Serkeftina Helebê hêviyên têkçûna Esad bi dawî kir
    Nasrallah: Li Sûriyeyê hêviya çarseriyek siyasî nîne
    Nasrallah: Emê leşkeran bişînin Iraqê
    Nasrallah:'Leşkerên me wê li Sûriyeyê bimînin'
    Etîketan:
    Serokwezîrê Îsraîlê, Serokê rêxistina Hizbullahê, Donad Trump, Benjamin Netanyahu, Hasan Nasrallah, Îsraîl, Libnan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de