10:05 23 Sibat 2017
Zindî
    Hilbijartin - Pisûleya dengan

    Desteya Hilbijartinê ya Tirkiyeyê: FETOyiyên girtî karibin deng bidin

    © AFP 2016/ Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ya Tirkiyeyê eşkere kir ku ji 210 girtiyên di girtîgehan de kî wê karibin di referanduma guhertina destûra bingehîn de dengê xwe bi kar bînin. Li gorî biryarê kesên ku ji ber hewildana derbeyê hatine girtin jî wê karibin deng bidin.

    Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ya Tirkiyeyê eşkere kir ku ji 210 girtiyên di girtîgehan de kî wê karibin di referandumê de dengê xwe bidin. Di vê çarçoveyê de ji xeynî kesên ku ji ber sûcên bi qesdî tên girtin, girtî û hikumxwarên din wê karibin deng bidin.

    Hat ragihandin ku li gorî vê biryarê 41 hezar kesên ku ji ber endamtiya FETOyê û hewildana derbeyê girtîne jî wê karibin dengê xwe bidin.

    Her wiha tê gotin ku FETOyiyên li derveyî Tirkiyeyê, heta ku biryara lêgerîn a Înterpolê di derbarê wan de tune be, wê ew jî karibin li cihên dengdayînê dengê xwe bi kar bînin û wê ji ber vê yekê jî nikaribin werin desteserkirin.

    Etîketan:
    dengdayîn, referandûm, girtî, FETO, Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Tirkiyeyê (YSK)
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de