00:44 26 Adar 2017
Zindî
    Milîsên Heşdî Şebî

    Serokwezîrê Iraqê Ebadî hişyarî da Heşdî Şebî

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 34 0 0

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji berpirsên Heşda Şebî xwest ku Heşda Şebî bila li gorî yaseyên Iraqê tevbigere û divê ew karibe nûneratiya tevahiya gelê Iraqê bike.

    Ofîsa Serokwezîriya Iraqê daxuyaniyek da û di wê daxuyaniyê de diyar kir ku Serokwezîr Heyder Ebadî duh bi amadebûna hinek berpirsên ewlehî û leşkeriya Iraqê, bi fermandarên Heşda Şebî re civiya.

    Hat ragihandin ku Heyder Ebadî di civînê de ji wan fermandarên Heşda Şebî xwestiye ku li gorî yasayên Iraqê tevbigerin û divê karibin nûnertiya tevahiya gelê Iraqê bikin.

    Hêjayî gotinê ye ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di dawiya sala borî de jî ji Heşda Şebî xwestibû ku girêdayî yaseyên Iraqê be û gotibû aliyên ku yaseyên Iraqê bin pê bikin wê nikaribin têkevin nava Heşda Şebî. Ji aliyê din ve balkêş e ku ev hişyariyên Ebadî yên ji bo Heşdî Şebî piştî rexneyên li Heşdî Şebî hatin.

    Heşdî Şebî di dawiya sala 2016an de ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve wek rêxistineke fermî ya hêzên ewlehî ya Iraqê hatibû qebûlkirin û ji wê bûdce hatibû veqetandin.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê bi 10 wesayîtên bombekirî êrişî Heşdî Şebî kir
    Heşdî Şebî bangî Bexdayê kir: "Amerîkiyên li Iraqê dersînor bikin"
    Wezîrê Siûdî: "Leşkerên Îranî Heşdî Şebî birêve dibin"
    Kemal Kerkûkî: "Heşdî Şebî nikare li Kurdistanê bimîne"
    Milîsên Heşdî Şebî bi diziya malan têne tohmetbarkirin
    Gelo hevpeymanê serekên Heşdî Şebî ji xwe re kir hedef?
    Etîketan:
    Heşdî Şebî, Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de